KDC

Di Dîroka Swêdê De Yekem Car Jinek Bû Serokwezîr

Parlemana nû ya Swêdê Seroka Demokratên Sosyal Magdalena Anderson wek yekem serokwezîra jin di dîroka Swêdê de hilbijartiye.

Hilbijartina Anderson di nava têkoşîneke dijwar re derbas bû ku di çaryeka dawî ya saeta doh êvarê de pêwîstiya danûstandinên bi navend û partiyên çep re hebû û Anderson di berdêla dengdana partiyê de, bi çepan re li ser zêdekirina mûçeyên teqawîtan li hev kir.

Dema Anderson weke serokwezîr hate hilbijartin, encamên dengdayînê bi rondik pêşwazî kir.

Tê payin ku Anderson roja Îniyê, piştî hilbijartina wezîran daxuyaniya hikûmetê bixwîne.

___

Navenda Rewanda Kurdistanî-Norwecê êrîşa terorîstî ya li dijî wî welatî şermezar kir 

KDC

Kazimî Li Ser Şandina 200 Mîlyarî Axiviye

KDC

Êrîşa Elektronîkî Li Kompanyaya Ezmanî Ya Îranê Hatiye Kirin

KDC