KDC

Di Dîroka Swêdê De Yekem Car Jinek Bû Serokwezîr

Parlemana nû ya Swêdê Seroka Demokratên Sosyal Magdalena Anderson wek yekem serokwezîra jin di dîroka Swêdê de hilbijartiye.

Hilbijartina Anderson di nava têkoşîneke dijwar re derbas bû ku di çaryeka dawî ya saeta doh êvarê de pêwîstiya danûstandinên bi navend û partiyên çep re hebû û Anderson di berdêla dengdana partiyê de, bi çepan re li ser zêdekirina mûçeyên teqawîtan li hev kir.

Dema Anderson weke serokwezîr hate hilbijartin, encamên dengdayînê bi rondik pêşwazî kir.

Tê payin ku Anderson roja Îniyê, piştî hilbijartina wezîran daxuyaniya hikûmetê bixwîne.

___

Salvegera nemir Qazî Mihemed

KDC

ji bo damezrandina navendên rewanda Kurdistanî yên li Rûsyayê û welatên Yekîtiya Soviyetê ya berê civînek hate lidarxistin 

KDC

Dengê Milet 

KDC