KDC

Pîrozbahiya Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê

Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê bi minasebeta lidar xistina yekemîn kongreya Navenda Revenda Kurd peyama pîrozbahiyê ji navendê re şand û lidar xistina kongreyê weke karekî pêwîst û girîng binav kir. Hêvî kir ku navend bibe sîwana hemû revenda Kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê.

Peyam:

Bi navê Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê û bi boneya yekemîn kongreya Navenda Revenda Kurd li derveyî welat em pîrozbahiyê li we dikin ku we li bajarê Hewlêrê ku bi awayekî serkevtî kar û barên xwe encam dan. Lidar xistina vê kongreyê karekî girîng û pêwîst bû, divê bibe sîwanek ji bo hemû revenda Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat ku piştgiriya Kurdistanê û doza rewa ya gelê Kurd li cîhanê bikin.
Em hêvî dikin ku Navenda Revenda Kurd bala xwe bide ser ziman û çanda Kurdî, ruhê Kurdî biparêze û di bin sîwana xwe de nifşên pêşerojê kom bike û girîngiyê bide wan. Em hêvîdar in xebata navenda we bibe stêrkeke geş di nava Kurdistanê de.
Her serkeftî bin.

Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê

___

Tahir Hewramî pêşwazîya cihgirê serokê navenda rewanda Kurdistanî-Belcîka kir

KDC

20 Parlementerên Swêdî û Serokê Mixalefeta Şaredariya Stockholmê Piştgiriya Perwerdeya Bi Zimanê Kurdî Dikin 

KDC

Sûriye Gefan Li Tirkiyeyê Dixwe

KDC
KDC

FREE
VIEW