KDC

Swêdê Cezaya Heps û Dersînorkirinê Li Penaberekî Biriye

Li gorî nûçeyên medyaya herêmî, dadgeheke Swêdê roja Duşemê ji ber kuştina mirovekî 56 salî li Aksîo cezayê girtîgehê û dersînorkirinê daye Mihemed Ebdulrehmanî yê 24 salî.

Di sala 2017an de heman kes li Brîtanyayê ji ber sê dizî û du revandinan 10 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn lê piştî sê salan di zindana Brîtanyayê de ma ew veguhestin Holandayê da ku cezayê xwe bi temamî di bin çavdêriyê de temam bike lê Mihemed bi şiklekî reviya Swêdê.

Expressen ragihandiye ku du hefteyan piştî hatina Swêdê, li maleke li bajarê Axio ya Swêdê, zilamek li mala xwe bi kêrê kuştiye.

Piştî vê yekê ew ciwan bi otomobîla wî zilamî reviya ye û qezaya trafîkê kiriye, polîsan bi vî şiklî tawanbar desteser kirine. Piştî kuştina wî zilamî, kelûpelên wî jî dizîn e.

Mihemed Ebdulrehman van sûcan red dike û îdîa dike ku wî xwe parastiye.

___

Doktorayek li Fransa li ser komkujiya kurdan di helmeta Enfalê de

Karzan

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi xweşhalî pêşiwaziyabiryara Brîtanyayê ku DAIŞ´ê li dijî Kurdên Êzdî komkujîkiriye dike

KDC

Ji bo pêşxistina peywendiyên çandî yên di navbera Herêma Yaroslav û Revenda Kurdistanî de hewldan zêdetir dibin

Karzan