Xwendekarekî Kurd li welatê Almanyayê, ezmûna welatên pêşketî vediguhezîne bo Herêma Kurdistanê û bi rêya çêkirina app ekî zîrek, hewl dide dawiyê li serêşiya welatiyan bîne di bikaranîna otobusê de. Bi vê pêngavê, sîstema veguhastina giştî li Hewlêr û Silêmaniyê dixe qonaxeke nûjen û dîjîtal û xelkê han dide ku otomobîla taybet kêmtir bi kar bînin.
Mihemed Emîr, ku ciwanekî endazyarê Kurd e û niha li bajarê Berlînê li welatê Almanyayê mijûlî xwendina masterê ye, fikra çêkirina aplikasyonekê bo hêsankirina hatinûçûna welatiyên Kurdistanê bi navê KurdBus cîbicî kiriye.
Ev ciwanê dahêner bi dîtina sîstema pêşketî ya veguhastinê li Ewropayê, biryar daye heman çandê bo bajarên Kurdistanê veguhezîne. Aplikasyon bi şêweyek hatiye dîzaynkirin ku bikarhêner dikare bajarê xwe hilbijêre û rasterast nexşeya bajêr û tevahiya xetên otobusê li ber çavên wî xuya dibin. Bi rêya vê nexşeyê, welatî dikare xala destpêk û dawiya geşta xwe diyar bike, paşê aplikasyon agahdariya temam dide wî ku divê kîjan otobusê bi kar bîne, çend deqe pê diçe heta digihîje cihê xwe, her wiha bi çend rawestgehê re derbas dibe.
Bo mînak, eger geştek 33 deqe bikêşe, aplikasyon bi hûrgilî dema gihîştinê û cihê otobusê diyar dike, wek nexşeyên Google, lê ev yek taybet e bo xetên otobusên navxweyî.
Yek ji armancên sereke yên vê projeyê, avakirina pirek pêwendiyê ye di navbera şofêrên otobusê û sernişînan de. Wek derketiye holê, gelek caran welatî agahdar nînin ku xetên otobusê di taxên wan de hene. Bo mînak tenê li bajarê Silêmaniyê 39 xetên otobusê hene ku gelek ji niştecihên bajêr agahdariya wan li ser nîne. Ev aplikasyon wê valahiyê tije dike û hemû xetan li ser yek nexşeyê kom dike.
Proje pêşwaziyeke pir baş lê hat kirin ji aliyê navendên fermî ve. Çêkerê aplikasyonê fikra xwe xistiye ber destê herdu parêzgarên Hewlêr û Silêmaniyê û piştgiriya wî kirine. Her wiha bi rêveberiyên veguhastinê yên herdu bajaran re li ser xetê ye bo ku agahî bi şêweyeke rojane nû bibin û şofêrên otobusê jî bibin beşek ji vê tora dîjîtalî.
Bi salan e Herêma Kurdistanê bi destê qerebalixiya zêde ya kolanan û nebûna sîstemeke rêkxistî ya dîjîtalî bo veguhastina giştî dinêre. Welatî bo hatinûçûna xwe ya rojane bi rêjeyeke zêde pişta xwe bi otomobîla taybet girê didin, ev jî ne tenê bûye sedema çêbûna qelebalixiyeke acizker di demên dewamê de, lê her wiha bandora xwe ya nerênî ya mezin jî li ser jîngehê kiriye.
Li welatên pêşketî, handana xelkê bo bikaranîna otobus û trênê, beşeke sereke ye ji planên şaristaniyê. Lê li Kurdistanê ji ber nebûna agahdariya pêşwext li ser dema gihîştinê û cihê otobusan, çanda bikaranîna otobusê heta radeyekê lawaz e. Ev pêngava teknolojî ku ji Berlînê çavkanî girtiye, dibe xaleke werçerxanê bo vegerandina baweriyê bi sîstema veguhastina giştî, kêmkirina xerciyên welatiyan û gavavêtin ber bi jîngeheke paqijtir û bajarekî rêkûpêktir.

