KDC

Li Tirkiyeyê Bi Dehan Koçber Ji Xeniqandinê Hatine Rizgarkirin

Li gorî nûçeyên çapemeniya Tirkiyeyê, di du bûyerên cuda yên li bajarokên Fethiye û Bodrûmê, 88 koçber hatine rizgarkirin.

Bûyera yekem ji ber xirabûna keştiyê bûye ku di nav deryayê de asê mabû û ya duyem jî ji alîyê polîsê Yûnanistanê ve ber bi sînorên avê yên Turkiyeyê ve hatibû şandin.

Çapemeniya Tirkiyeyê aşkere kiriye ku bûyera yekem li bajarokê Fethiye ya ser bi bajarê Muglayê ve qewmiye ku piştî bota wan ya plastîk xirab bû û xwe nêzî perava wê qezayê kir ji aliyê cerdevanên peravên Tirkiyeyê ve 32 koçber hatin rizgarkirin.

Tîmên pêwendîdar piştî qedandina amadekariyan, koçber radestî daîreya koçberiyê ya bajêr kirine.

Bûyera duyemîn jî li bajarokê Bodrûm a Mûglayê rû daye û 56 koçberên ku bota wan a plastîk ji xirab bû hatine rizgarkirin.

___

Grûbeke Nijadperestên Tirkan Gefa Şewitandina Kurdan Dixwine

KDC

Yewnanîstan: Di kampanya polîsan de hin çeteyên bazirganiya koçberan dikin tên girtin

KDC

konferansa Taybet

KDC