KDC

Nûnerê Konfederasyonê bi Serokê Ukraynayê re hevdîtin kir


Rehîm Reşîdî, nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Amerîka û Kanada`yê, bi Serokê berê yê Ukrayna Petro Proşenko re hevdîtin pêk anî û ji ber wergirtina xelata Bush-Thatcher ji bo azadîyê, ku ji aliyê Foruma Demokrat a Cîhanê ve hatiye pêşkêşkirin, pîrozbahî li wî kir. Her wiha me behsa şerê Rûsya û Ukrayna û piştgiriya çekdarî ya Îranê ji Rûsyayê li dijî Ukraynayê hate kir. Rehîmî daxwaz ji rêzdar Petro hate kirin ku, pêgeha xwe ya navdewletî û pêla piştevaniya navdewletî ji welatê xwe bo têkdana siyasetên Tehranê bikar bîne û wisa got: Yekem Komara Kurdistanê bi xiyaneta Rûsyayê hilweşiya û Kurd tu carî quretiya Moskowê ya li hember armancên xwe ji bîr nakin.
Serokkomarê berê yê Ukraynayê kêfxweşiya xwe ya ji hevdîtinê anî ziman û berxwedana gelê Kurd silav kir. Her du alî jî hemfikir bûn ku hevdîtinên ji bo pevguhertina nêrînan di warên cuda de berdewam be.

___

Belgefîlma “Çima Referandûm” hate nîşandan 

KDC

Serokê Navenda Rewanda Kurdistanî-Düsseldorf, Almanya beşdarî merasîma cenazeyê Elî Qazî bû 

KDC

Zarokekî 12 Salî Êrîşa Sîberî Kiriye

KDC