KDC

Peyama Navenda Revenda Kurd Ji Bo Roja Alaya Kurdistanê

Navenda Revenda Kurd li derveyî welat ji bo roja Alaya Pîroz a Kurdistanê peyamek belav kir û pîrozbahiyên xwe pêşkêşî tevahiya Kurdên li welat û derveyî welat kir û dibêjn, di vê roja pîroz de em destên dayikên şehîdan û çavên zarokên şehîdan maç dikin.

Ji bo roja Alaya Pîroz a Kurdistanê em pîrozbahiyên xwe li hemû Kurdên li welat û derveyî welat dikin. Alaya me remza fedekarî û serfiraziya bêdawî ye.

Navenda Revenda Kurd li derveyî welat li ser hezkirin û girêdana bi Alayê ve, ku di encama xebat û têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê de bûye remzek got, em teqez dikin ku Kurd û Kurdistanî ji her demekê zêdetir hewcedarî bi yekrêziya Kurdên navxwe û li derve hene ku bi ruhê biratiyê û têgihîştinê û lêborînê û bi hev re ji bo mafên xwe kar bikin. Sistbûn wê bibe sedema xerckirina berhemên xwîna şehîdan û Enfalan û çekên kîmyayî bûne qurbanî ji bo mafên me yên neteweyî. 

Di vê roja pîroz de em destên dayikên şehîdan û çavên zarokên şehîdan maç dikin û em hêvî dikin ku dayik bi rihê nîştimanperweriyê û bi pîroziyên neteweyî zarokên xwe perwerde bikin. 

Navenda Revenda Kurd li derveyî welat 

17.12.2021

___

Çalakiyên Meha 11A Sala 2022 Yên Konfederasyona Revenda Kurdistanî Û  Navenda Revenda Kurdistanî

KDC

Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya hevdîtineke li gel Komela Kurdî li Wolfsburg lidarxist

KDC

Jîna Amini: Rewanda Kurdistanî bo cara sêyem li bajarê Dallas piştgîriya xwepêşandanên Îranê dikin

KDC