KDC

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Koma Dostaniya Kanadî-Kurdî ya Parlamentoya Kanadayê kir

 

Roja duşemê 22ê Hezîrana 2026an li Pirmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Koma Dostaniya Kanadî-Kurdî ya Parlamentoya Kanadayê kir ku ji birêz Ziyad Ebdulletîf, endamê Parlamentoya Kanadayê û birêz Ehmed Husên, endamê Parlamentoya Kanadayê û wezîrê berê yê Geşepêdana Navdewletî ya hikûmeta Kanadayê pêk hatibû.

Di hevdîtinê de, şanda mêvan tevî nîşandana kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtina bi Serok Barzanî re, tekez li ser rewabûna doza gelê Kurdistanê kirin û rûmetên xwe ji bo têkoşîn û cangoriya gelê Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de anîn ziman. Her wiha kurteyek li ser kar û çalakiyên Koma Dostaniya Kanadî-Kurdî di Parlamentoya Kanadayê de û hemahengiya wan bi Federasyona Revenda Kurdî re û rola wê federasyonê di piştgiriya doza gelê Kurdistanê de pêşkêş kirin. Her wiha daxwaza berfirehkirina dostanî û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Kanadayê di warên aborî û teknolojiyê de kirin.

Di heman hevdîtinê de, Serok Barzanî spasiya piştgirî û alîkariyên gel û hikûmeta Kanadayê kir ku di qonaxên curbecur de û bi taybetî di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de piştgirê gelê Kurdistanê û Pêşmerge bûne. Serok Barzanî piştgiriya xwe ji bo kûrkirina dostayetî û peywendiyên navbera gelê Kurdistanê û gelê Kanadayê dubare kir û di vî warî de agahiyên zelal xistin ber çavan.

___

Makron Wê Serdana Herêma Kurdistanê Bike

KDC

Ava Gola Ûrmiyeyê Gelekî Kêm Bûye

KDC

Rûdanên Dawî Yên Şerê Rûsya Û Ûkraynayê 

KDC