KDC

Almanya: Şandeke navenda rewanda Kurdistanî beşdarî kampeke hunerî ya Şêwekariyê ( Art Camp ) dibe 

Almanya: Şandeke navenda rewanda Kurdistanî beşdarî kampa Hunerî ya şêwekariyê li bajarê Krefeldê bibe 

Roja Înê 22.07. 2022 Şandeke Navenda Rewanda Kurdistanî ku ji Hawraman Elî Cîgirê Serokê Konfedralîsyona Kurdistanê û berpirsê ragehandinê pêk dihat li gel Kejal Derwêş endamê komîteya giştî ya konfederasyonê û seroka navenda rewanda Kurdistanî li Dusseldorfê dê beşdarî merasîma vekirina kempa hunera Şêwekariyê ( Art Camp ) li bajarê Kryfeldê bibin 

Di van du salên dawî de ev çalakî berdewam bû, nemaze piştî belavbûna vîrusa coronacovid 19 û rêkeftinên girtina wê di van du salên borî de.Li heman cihî pêşengehên hunerî ji bo gelek hunermendên ku bi navê Kampa Hunera Şêwekariyê ( Art Camp ) tên naskirin hatin vekirin û beşekmezin ji hunermendên Kurd jî beşdarî xebatan bûn 

Ev pêşengeha wênesaziyê bi beşdariya hunermendên seranserî Ewrûpayê ye û sala derbasbûyî nêzî 40 hunermendên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi tabloyên xwe pêşengeh zêdetir kirin, îsal hijmara hunermendên Kurd gelek zêde bûye û hijmareke girîng ji Kurdên Ewrûpayê jî beşdariya vê merasima hunerî kirine .

___

Konfederasyona Rewanda Kurdistanî peyamek pîrozbayî şand bo Serokê PDK’ê

KDC

Anglo American’s Quellaveco in Peru is the UK largest investment

kurdish dc

Swêdê, Ji Ber Zewicandina Zarokekê Doz Li Dê Û Bavekî Vekiriye

KDC