KDC

Agahdarî ji bo Dayik û Bavên li dîasporayê. Zarokên xwe ji bo hînkirin, nivîsandin û xwendina zimanê kurdî di kursa sêyemîn de qeyd bikin

Konfederasyona Rewenda Kurdistanî bi hemahengî li gel Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê sêyemîn kursa fêrkirin ,nivîsandin û xwendina bi zimanê dayikê ji bo zarokên li dîyasporayê bi rêya onlinê de vekirin, ku tê de her du zaravayên soranî û badînî hene her wiha di vê demê de Konfederasyona Revenda Kurdistanî pêşwazyê kurmancî bi tîpên latînî dike û mamoste ji bo wê amede kirîne.

Dê û Bavên hêja yên ku li derveyî welat dijîn, ji bo ku zarokên xwe ji nivîsandin û xwendina bi zimanê dayikê bêpar nehêlin, hûn dikarin bi rêya lînka jêrîn qeyda zarokên xwe bikin.

Piştî bidawîkirina kursê, dê bi fermî ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Herêma Kurdistanê ve belgeyên derçûna zarokan werbigirin.

Qeydkirin dê di 27ê Hezîrana 2023 an de dest pê bike û heta 1ê Îlona 2023an roja yekem a kursa sêyemîn roja vekirina Xwendina Kurdî ye

lînka qeyda zarokên xwe bikin

___

PÎROZBAYÎ

KDC

Navenda Nurnbergê Civîna Xwe Ya Asayî Lidarxist 

KDC

Kurdistan Foundation kampanyaya niştimanî ya ala me li Silêmaniyê da destpêkirin

Karzan