KDC

Komeleyekî Kurdî ya ser bi Federasyona Holanda festîvalekî taybet saz kir

Bi amadebûna Cîgirê Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî û komeleyekî ser bi Federasyona Revenda Kurdistanî li Holanda, festîvalekî çandî û kultûrî saz kir ku têda hejmarekî ber bi çavê Kurdistaniyan têda amade bûn.

Li rêkefta 14.07.2024 bi amadebûna Hewraman Elî Tofîq Cîgirê Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Komeleya Zozan ya Endamê Federasyona Revenda Kurdistanî li Holanda û li bajarê Eschweiler ya Almanya festîvalekî kûltûrî ji bo Efrînê bi navê (Jin rengê jiyane) sazkirin ku têda berpirs û endamên Desteya Kargêriya Federasyona Revenda Kurdistanî ya Holanda beşdar bûn. Heman demê de hejmareke ber bi çavê Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û Kurdistana Sor têda amade bûn.

Her li vê festîvalê da darên keskê herdemî ya zeytuna Efrînê û bi ala Kurdistanê hatibû xemilandin û bohna hemû xwarinên Kurdî yên Rojava û bi taybetî Efrînê tevlî muzîk û stran û helbestên wê devera rengîna Kurdan bûbû, cilûbergên Kurdî û hunerên xweşikên li yek alabûn û pêkve xweşikiyên Efrînê nîşan didan û jinên Kurd bi muzîk û stran û helbestan û cilûberg û hunera şêwekarî û xwarina Kurdî beşdar bûbûn.

Heman demê de komek çalakiyên xweşik hatin pêşkêş kirin û paşê xelatan pêşkêşî beşek ji wan jinan kirin ku rola wan diyar û ber bi çav li warê xizmet kirina bi jinên Kurd kirin ku li wî warî da çalak bûn.

___

Navenda Revenda Kurd Pîrozbahî Li Festîvala Şano ya Kerkûkê Kir

KDC

Navenda rewanda Kurdistanî-Berîtanî serdana balyozxaneya Îraqê kir û ji aliyê berpirsê dosyeya navendî ya çandî ya balyozxaneyê ve hate pêşwazîkirin 

KDC

Navenda Revenda Kurd Wê Webinarekê Li Ser Çavkanî Û Ramana Tundrewiyê Lidar Bixe

KDC