KDC

Belçîka: Endamên Komîteya Rêveber a Konfederasyonê beşdarî civînê bûn

Roja Şemiyê, 31ê Gulana 2025an,civîneke fermî ya desteya rêveberiya Konfederasyonê, ku ji aliyê Komeleya Aştî û Navenda Ravenda Kurdistanî li Belçîka (NRK-B) ve bi hevbeşî li Brukselê li “Atelier Kito” hate lidarxistin.

Endamên Komîteya Rêveber a Konfederasyonê beşdarî civînê bûn:

1. Dr. Îsmaîl Kamil – Serokê Konfederasyonê

2. Qehraman Osman – Rêveberê Nivîsgeha Birêz Şifa Barzanî

3. Şermîn Burszlan – Berpirsê Rêxistinê

4. Şukrî Berwarî – Berpirsê Darayî

Armanca vê civînê ew bû ku ronî bike ser çalakî û planên pêşerojê yên Konfederasyonê, bi taybetî di derbarê yekkirina gotara Kurdî li dîyasporayê û xurtkirina hewldanên kolektîf ji bo nîşandana civaka Kurdî wekî hêzek çalak û bibandor li welatên Ewropî, di astên siyasî, civakî û çandî de.

Hejmarek kesayetên giştî, rewşenbîr, hunermend, rojnamevan û siyasetmedar beşdarî civînê bûn, ku ev yek atmosferek diyalogê ya vekirî da civînê, û bi rêzek têgihiştin û pêşniyarên avaker beşdarî dewlemendkirina nîqaşê bû.

___

Daxuyaniya Konfederasyon û Navenda Revenda Kurdistanê li hev civiyan 

KDC

NavendaRevendêya li Baselê li ser gelek mijaranciviya

KDC

Roja Ala li navenda Londonê hat pîrozkirin

nusar1