Di roja 7.6.2025´an de Weftek ji birêvebiriya Konfederasyona Revenda Kurdistanî ku ji serokê Konfederasyê Îsmaîl Kamil, Qehraman Osman sekreterê Şîfa Barzanî ji Baregeha Barzanî, Kovan Amedî berpirsê Ofîsa yasa û şêwirmendiyê pêk hatibû. Serdana Komeleya Kurdistan li bajarê Fulda li Almayayê kir.
Wefta Konfederasyonê ji aliyê serok, revebir û endamên komelê û serokê Federasyona Revekda Kurdistanî Dr. Viyan Youssef ve hatin pêşîwazîkirin.
Di hevdîtinê de serokê Federasyonê di heqê armanc,kar û xebata Federasyonê de agahdariyek berfireh pêşkeş kir. Her wisa Qahraman Osman û Kovan Amedî jî axaftinê bûn û behsa grîngîya yekrêzî û yek dengîya kurdên li diyasporayê kirin. Dû re serok û rêvebirin komelê behsa komelê, çalakî û projeyên xwe kirin Komeleyek ku ji aliyê şaredariya Fuldayê tê naskirin. Bi kar û çalakiyên xwe ve komeleyek çalak û rêk û pêk bû.Di xwestin nav tora Konfederasyonê de cîhê xwe bigrê. Weft, di heman rojê de serda navenda Federasyona Revenda Kurdistanî li bajarê Kasselê kir.
Wefta Konfederasyonê ji aliyê komek akademîsyenên girêdayî ser bi Federasyonê ve bi germî hatin
Di heman rojê de li bajarê Kassalê, 70 e mîn salvegera Festivala kulturî ya navdewletî hebû. Wefta Konfederasyonê serdana fwstivalê kir û hevdîtinek kurt bi şaredarê bajarê Kasslê Dr. Sven Scholler, wezîrê zanist û lêkolînê Timon Gremmels, Dîrektorê Muzexana Arşîf û domentê Moritz Wesseler re kir.