KDC

Şandeke Navenda Revenda Kurd Serdana Wezîrê Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kir

Di serdanekê de birêz Tahir Hewramî berpirsê Navenda Revenda Kurd û şandeke pê re ku ji Hewraman Elî Tewfîq û Kejal Mihemed Derwêş pêk dihatin ji aliyê Birêz Alan Heme Seîd Wezîrê Perwerdeyê ve li Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin pêşwazîkirin.

Armanca serdanê qala hin projeyên Navenda Revenda Kurd ya ji bo perwerde û hînkirina zimanê Kurdî li derveyî welat bi taybetî jî ji bo zarokan were kirin bû.

Tahir Hewramî çend projeyên perwerde û hînkirina zimanê Kurdî ji bo Wezîrê Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşniyar kir û got ku di pêşerojê de bi hevkarîya wezaretê were bi cîh anîn. Rêzdar Alan Heme Se’îd Wezîrê Perwerdeyê jî kêfxweşîya xwe ji bo wan projeyan da xuyakirin û behsa mekanîka nû ya online kir ku dê guncav be ji bo xwendina zimanê Kurdî li derveyî welêt û soz da ku wê kar li ser were kirin û çi ji bo vê mebestê pêwîst be amade ye hal bike.

___

Navenda Rewanda Kurdistanî-Birîtaniya ji Kurdên wî welatî dixwaze ku dengê xwe bidin vê kolêjê

KDC

Di navbera Zanîngeha Selahedîn û Ofîsa Revendê ya li baregeha Barzanî de peymanek lihevkirinê hat îmzekirin

KDC

Koreya Bakur Du Fuzeyên Balîstîk Ceribandine

KDC