KDC

Navenda Revenda Kurd li derve Serdana Mîrê Êzidiyan û Babaçawûş kir

Îro Navenda Revenda Kurdî serdana Mîrê Êzidiyan, Perestgeha Lalişê û Babaçawûl kir. Armanca vê serdanê jî nîşandana kar û siyaseta navendê bû bêyî cudahiyên olî û siyasî kar bikin ji bo berjewendiya Kurdan.

Îro çarşemê di 11.08.2021an de Kejal Derwêş berpirsê peywendiyên giştî yê Navendê û Hewraman Elî Tofîq berpirsê ragihandinê yê Navendê serdana Mîr Hazim ê mîrê Êzidiyan li Şêxanê kir û pişt re jî serdana Perestgeha Lalişê kirin û ji aliyê Babaçawûş ve hatin pêşwazîkirin. Berpirsan ji Mîr Hazim û Babaçawûş re armanca afirandin û karkirina Navenda Revenda Kurd li derve şîrove kirin ku wek Navenda Revenda Kurd li derve welêt kar dikin û armanca wan ya sereke kar kirin e ji bo yekitî û komkirina ji çîna cuda yên Kurdan, di bin sîwaneke neteweyî û di jiyana bi hev re de.

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt tekez kir ku ew cudahiyê naxe navbera tu olan de, erka navend ya sereke jî xizmetkirina doza Kurdî ye li çi welat û cihekî cîhanê be. Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim û Babaçawûş kêfxweşiya xwe ji bo serdana navendê û armanc û xebata navendê anîn ziman û hêvî kirin ku têkiliya wan bi navendê re xurttir be.

___

Dîmenê Kurd di Romana Karl May de

KDC

Ûkraynayê Du Leşkerên Rûs Dîl Girtine 

KDC

Konfederasyon peyamek li ser êrîşa Mannheim belav dike

nusar1