KDC

Dr. Nureddîn Zaza di sala 37. a mirina xwe de li ser qebrê wî hate bîranîn

Baran Dicle – Lausanne

Yek ji pêşengên siyaseta Kurdî, Dr. Nureddîn Zaza, di 37. salvegera mirina xwe de, di zîyarêtgeha wî ya li bajarê Lausanne ya Swîsre de bi merasimek hat bîranîn.

Ev bîranîn ji hêla Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDKS) ve hat rêxistin û li saet 13:00ê dest pê kir. Gelek siyasetmedar û endamên civaka sivîl yên li Lausanne di bîranînê de beşdar bûn.

Di destpêka merasîmê de Ey Reqîb, Himna Neteweyî ya Kurd, hat xwendin. Piştî wî, Aydoğan Înal , Bevê Bengîn bi navê Komkar Lausanne, û Necat Zanyar bi navê Enstîtûya Kurdî ya Lausanne gotinên xwe pêşkêş kirin. Di axaftinên wan de, rola Dr. Zaza li ser şopandina rêya neteweyî ya kurdan û fikirên wî hatin balê dan.

Her weha, Huseyîn Çelik ji aliyê PSK-Swîsre, Haydar Cîhaner ji Navenda PSKê û rojnamevan û nivîskar Aydın Ronî Dere jî di bîranînê de beşdar bûn.

Piştî merasîmê, beşdarên bîranînê çûne komeleya Komkar Lausanne, ku li wir jî bi hev re taziyeyan wergirtin û Dr. Zaza bi rûmet hat bîranîn

___

Konfederady Revenda Kurdistanî 85 Salvegera komkujîya Dêrsimê bi bîrtîne û helwêsta hukûmeta Turk şermezardike.

KDC

BT making progress on turnaround plan with earnings rise

kurdish dc

Hewraman Elî Tofîq: Avakirina Navenda Revenda Kurd Ne Karekî Hêsan Bû

KDC