Navenda Belçîkayê ji bo nivîskar, rojnamevan û hunermendekî kurd civînek li dar xist, ku tê de danasîna çend pirtûkên wî hat kirin.
Roja şemiyê, di dîroka 4/7/2026an de, Navenda Revenda Kurdistanî ya Belçîkayê bi hevkariya Komeleya Hêvî, li bajarê Leuven, civînek (panel) a hunerî û edebî ji bo nivîskar, hunermend û rojnamevan Hemîd Mistefa Urmiye li dar xist. Di vê civînê de danasîna çar pirtûkên nivîskar hat kirin.
Di destpêka civînê de, Xanim Nasik Nesîrî wekî nûnera navendê bi germî xêrhatina mêvan û amadebûyan kir û spasiya beşdariya wan kir.
Paşê, Mamoste Rehîmo di gotarek kurt û bi naverok de ronahî xist ser jiyan, kesayetî û rêçika edebî û hunerî ya Hemîd Mistefa Urmiye. Di gotara xwe de, amaje bi aliyên cuda yên jiyan û berhemên nivîskar kir û hinek taybetmendiyên kar û beşdariyên wî yên di warên edebiyat, huner û rojnamevaniyê de pêşkêş kirin.
Di beşeke din a civînê de, kurtevîdyoyek hat nîşandan ku tê de hejmarek hunermend û dostên Hemîd Mistefa Urmiye peyamên pîrozkirin û rêzgirtinê pêşkêş kirin û destxweşî li berhem û hewlên wî yên edebî û hunerî kirin.
Piştre civîn bi diyalog û gotûbêjeke vekirî berdewam kir û amadebûyan bi rêya pirs û bersivan beşdariyeke çalak kirin. Ev beşa civînê derfeteke guncaw bû ji bo naskirina nêzîktir a ezmûn, bîr û berhemên Hemîd Mistefa Urmiye.
Hemîd Mistefa Urmiye, ji bilî warê nivîsandinê, di warên stranbêjî û rojnamevaniyê de jî çalak e û xwedî nasnameyeke hunerî û rewşenbîrî ya piralî ye. Her wiha malbata wî jî têkiliyek wan a bihêz bi huner û çanda kurdî re heye. Meryem Xanim, hevjîna wî, xwedî behre û hunereke taybet e di warê dirûtinê de; kur û keça wî jî xwedî dengên zelal û behreyên hunerî yên diyar in, bi taybetî di warê stranên folklorî yên kurdî de şiyana xwe nîşan dane.
Hêjayî gotinê ye ku ji aliyê birêveberên civînê ve, wek xelata rêzgirtin û destxweşiyê, şitileke zeytûnê û destek gul pêşkêşî Hemîd Mistefa hat kirin.


