KDC

Wezareta Derve ya Fransayê bersiva Federasyona Revenda Kurdistanî da

 

Piştî ku çendîn komeleyên Kurdî û kesayetiyên Kurd bi rêya Federasyona Revenda Kurdistanî ya Fransayê, li ser rewşa Kurdên Rojava nameyekê ji Serokê Fransayê re dişînin, Wezareta Derve ya wî welatî bi nameyeke fermî bersiva federasyonê da û tê de piştgiriya xwe ji bo hemû mafên Kurdên Rojava ragihand.

Îro Pêncşemê, 09/07/2026, Ebdulcebar Şahîn, Serokê Federasyona Revenda Kurdistanî ya Fransayê, di daxuyaniyekê de ji bo malpera KDC ragihand: “Ji ber wan hemû zilm û sîtemên ku ji aliyê hikûmeta nû ya Sûriyê ve li ser Kurdên Rojava dihatin kirin, em wek federasyon rabûn bi nivîsandina nameyekê bi îmzeya çendîn komele, rêxistin û kesayetiyên Kurd û me ji bo Emmanuel Macron, Serokê Fransayê re şand.”

Navbihûrî her wiha behsa wê yekê kir ku Serokê Fransayê bi rêya Wezareta Derve ya welatê xwe bi fermî bersiva wan daye, ku ew ji bo dabînkirina mafên Kurdan li Rojava bi rêya destûra nû ya Sûriyê kar dikin, daku hemû mafên wan bi yasayî bên çespandin. Her wiha tekez kirine ku wan hewlên mezin ji bo rawestandina şer û rêkeftina navbera Rojava û hikûmeta Sûriyê dane.

___

Stocks making the biggest moves premarket: CMCSA, LUV, FB, QCOM & more

kurdish dc

Belçîka: Komela Aştî de çalakiyek bo zarokan bi navê “Hestên Destan” li dar dixe.

Harmn

37 e mîn Salvegera jenosida Helebçeyê li Parlamentoya Swêd de hat Bibîranîn

Harmn