KDC

Federasyona Ciwanên Revenda Kurdistanî li Almanyayê Parlamentoya Ewropayê ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê dixe tevgerê

Di dema ku siha şer û koçberiyê li ser taxên Kurdî yên bajarê Helebê û herêmên Rojavayê Kurdistanê peyda bibû, destpêşxeriyeke mirovî û yasayî ji dilê Ewropayê bû pirek ji bo gihandina êşa gelekî ber bi navenda biryardana cîhanî ve.

Çend ciwanên dilsoz ên revenda Kurdistanî li Almanyayê, bi berhevkirina belgeyên tawanan, li deriyê Parlamentoya Ewropayê dan. Rast e bersiva nameya wan piştî çend mehan hat, lê naveroka wê ewqas bihêz û erênî bû ku bû sedema vegerandina hêviyê ji bo ciwan û Kurdên Rojavayê Kurdistanê û îsbat kir ku dengê heq û mafxwazan di dawiyê de her digihîje cihê xwe.

Di destpêka sala 2026an de, rewşa mirovî li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê gihîşt asteke pir metirsîdar û karesatbar. Êrîşên li pey hev ên hêzên hikûmeta Sûriyeyê bi çekên giran û firokeyên bêfirokevan (drone), wêrankariyeke mezin li pey xwe hişt û bû sedema koçberbûna nêzîkî 155,000 kesan ku piraniya wan jin, zarok û kal û pîr bûn. Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ku wê demê yekane çavkaniya dermankirina birîndaran bû, ji ber bombebarana rasterast bi temamî ji xizmetê derket. Ev rewşa ku rêxistinên navneteweyî jî hişyarî li ser dabûn, metirsiyeke mezin a guhertina demografîk û paqijiya etnîkî li dijî Kurdên wan herêman afirand.

Di wan kêliyên dijwar de ku bêhêvîtiyê serwerî dikir, ciwanên Kurd li dervayî welat bêdeng neman.

Şahan Omer Faris, Serpereştyarê Federasyona Ciwanên Revenda Kurdistanî li Almanyayê, bi serbilindî behsa wî gava dîrokî dike û eşkere dike ku di dîroka 12ê Rêbendana (Çileya) 2026an de, yekser piştî tawan û êrîşên li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê, tevî komek ji hevalên xwe yên di federasyonê de, wekî Dr. Viyan Xelîl, Liwana Efaf Hec Şêxmûs, Yasemîn Murad û Diljîn Baxistanî, civîneke çarenûssaz pêk anîn. Wan biryar dan ku li rêyekê bigerin da ku ji Ewropayê bibin mertalek ji bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê yê ku di bin metirsiya êrîşên çekdarên ser bi hikûmeta Sûriyeyê de bûn. Ji bo vê armancê, bi awayekî pir hûr dest bi berhevkirina hemû belgeyên taybet bi wan tawanên li dijî Kurdan li Eşrefiye, Şêx Meqsûd û Helebê hatibûn encamdan kirin, da ku ji Parlamentoya Ewropayê re bişînin û bi rêya wê daxwaza parastina mafên Kurdan li Sûriyeyê bikin. Lewma nameyeke fermî ji Parlamentoya Ewropayê re şandin ji bo vekolîna binpêkirinên mafên mirovan û parastina sivîlan, bi taybetî jî Kurdan.

Nameya fermî ya Federasyona Ciwanên Revenda Kurdistanî li Almanyayê ne tenê nameyeke asayî bû, lê belê belgenameyeke yasayî ya xurt bû ku pişta xwe dispard peymanên Cenevreyê û prensîbên mafên mirovan ên navneteweyî. Di nameyê de, pênc daxwazên sereke hatin pêşkêşkirin; di nav wan de encamdana lêkolîneke navneteweyî ya serbixwe li ser tawanên qewimîne, dabînkirina parastina bilez ji bo welatiyên sivîl ên Kurd, sepandina cezayên giran li ser tawanbaran, piştgirîkirina pêvajoyeke siyasî ya giştgir bi beşdariya çalak a Kurdan, tevî berfirehkirina alîkariyên mirovî ji bo lêqewimiyan.

Tevî ku ev destpêşxerî di meha Rêbendanê de hate şandin, lê bersiva fermî ya Parlamentoya Ewropayê nêzîkî 6 mehan şûnde û di roja 8ê Tîrmeha 2026an de bi îmzeya Bogdan Rzońca, Serokê Komîteya Daxwaziyan, gihîşt destê Şahan Faris. Rast e ev bersiv ji aliyê demê ve hinekî dereng ma, lê naveroka wê ewqas bi nirx û cihê dilxweşiyê bû ku bû sedema afirandina hêviyeke mezin di nav ciwanan û gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de.

Parlamentoya Ewropayê di bersiva xwe ya çaverêkirî de bi fermî girîngiya daxwaza Federasyona Ciwanan nas kir û ragihand ku ev mijar bi tevahî di çarçoveya qadên çalakiya Yekîtiya Ewropayê de ye. Her ji ber girîngiya mijarê, dosye ji bo Komîteya Karên Derve û Jêr-komîteya Mafên Mirovan re şandin da ku bi hûrgulî çavdêriya wê were kirin.

Ji wê girîngtir, Parlamentoya Ewropayê tekez kir ku wan bi tundî hemû tûndûtîjiyên ku li dijî welatiyên sivîl, bi taybetî pêkhateya Kurd li herêmên bakurê rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin, şermezar kirine û wekî tawanên şer û binpêkirina giran a mafên mirovan pênase kirine. Her wiha Parlamentoyê dubare kir ku ew ê li ser piştgiriya xwe ya mayînde ji bo parastina mafên sivîl û perwerdehiyê yên Kurdan li Sûriyeyê berdewam bin û îsbat kirin ku ew ê hemû hewildanên xwe ji bo parastina wan mafan bi kar bînin.

Ev bersiva Parlamentoya Ewropayê, ku berhema keda komek ciwanên dilsoz bû, belgeyeke zelal e ku hewildanên revenda Kurdî li derveyî welat dikare guhertinên mezin biafirîne. Encama vê projeyê wiha kir ku dosyeya êşên Heleb û Rojavayê Kurdistanê di refên jibîrkirinê de nemîne, lê belê bibe beşek ji ajandaya parastina mafên mirovan di asta herî bilind a yasadanînê ya Ewropayê de.

 

Karzan Haidar

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

[email protected]

 

___

25 years of pvt sector mutual funds: Major reforms in the industry

kurdish dc

Navenda Revenda Kurdistanî li viyêna , Roja Cîhanî ya Jinan li paytexta Awusturya bi bîr anîn

Harmn

Li bajarê Reînê ya Elmanyayê navenda rewanda Kurdistanê hat avakirin 

KDC