KDC

Bi amadebûna Îsmaîl Kamil konferanseke girîng li Qirgizistanê hate lidarxistin

 

Bi amadebûna Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanê, konferansek bi navê (Diyasporaya Kurd û pirsgirêkên diyasporayê û aso) li Qirgizistanê hate lidarxistin, ku tê de hejmarek ji nûner û çalakvanên civaka sivîl a Kurdî beşdar bûn.

Roja Yekşemê rêkefta 19/07/2026, bi amadebûna Îsmaîl Kamil Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanê, Federasyona Komeleyên Kurdî yên Navneteweyî û Yekîtiya Kurdên Qirgizistanê (Medya) konferans hate lidarxistin, ku tê de rewşa civakî û çandî ya Kurdên niştecihê Qirgizistanê, her wiha zehmetiyên parastin û pêşxistina zimanê Kurdî hatin gotûbêjkirin.

Di beşa gotûbêjên konferansê de, Îsmaîl Kamil tekez li ser giringiya bihêzkirina peywendiyên di navbera Kurdên diyasporayê û Kurdên herêma Qirgizistanê û civakên Kurdî yên welatên cuda kir.

Her yek ji Remezan Seyidov Serokê Federasyona Komeleyên Kurdî yên Navneteweyî, çalakvan Têlman Xalid Sadiqov di gotarên xwe de behsa rewşa Kurdên diyasporayê, pirsgirêkan û giringiya xebatê ji bo parastina nasname û çanda Kurdî kirin.

Herwiha beşdarên konferansê, rêyên berfirehkirina hevahengiyên çandî û civakî di navbera Kurdên derveyî welat û saziyên Kurdî de gotûbêj kirin.

___

How to bridge the gap between sales & marketing

kurdish dc

Serok Barzanî spasiya hevsoziya Hewlêr, Herîr û Soranê ya li hember Barzaniyan kir

Xelan

Peyama Konfedrasiyona Rewanda Kurdistanê bo xuşk û birayên Êzidî

KDC