KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanê û Qirgizistanê ber bi xebata hevbeş ve pengavê diavêjin

Ji bo xurtkirina dostaniyê û avakirina pireke nû ya peywendiyan, îro pêşwaziyeke germ li şandeke bilind a Konfederasyona Revenda Kurdistanê ji aliyê Serokatiya Komîteya Giştî ya Gelên Qirgizistanê ve hate kirin û gotûbêjên girîng li ser gelek armanc û projeyên hevbeş hatin kirin.

Di hevdîtineke ku îro rêkefta 20ê Tîrmeha 2026an hate lidarxistin de, Meder Raxman Serokê Komîteya Giştî ya Gelên Qirgizistanê, pêşwaziyê li her yek ji Îsmaîl Kamil Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanê û Remezan Seyidov Serokê Federasyona Komeleyên Kurdî yên Navneteweyî li Qirgizistanê kir.

Mijara sereke ya vê civînê ji bo dîtina xalên hevbeş û bihêzkirina danûstandin û peywendiyên di navbera Revenda Kurdistanê û Komîteya Gelên Qirgizistanê de hatibû veqetandin, di civînê de her du aliyan bi giyanekî dostane û nerm tekez li ser girîngiya encamdana kar û çalakiyên hevbeş kirin ku xizmeta pêkvejiyana aştiyane û berjewendiyên her du aliyan bike.

Hebûna Kurdan li welatên Asyaya Navîn û bi taybetî li Qirgizistanê dîrokeke kevnar heye û Kurdan her tim wekî beşeke resen, dilsoz û aştîxwaz di nav wan civakan de roleke erênî lîstine, ev cure hevdîtin gaveke stratejîk in ji bo yekxistin û bikaranîna şiyanên Revenda Kurdistanê li derveyî welêt, da ku bikaribin di rêya dezgehên fermî re xizmeta zêdetir bi nasandina çand û nasnameya neteweyî bikin, bihêzkirina peywendiyeke bi vî rengî ne tenê pêgeha Kurdan li diyasporayê bihêztir dike, belku dibe hevênek ji bo avabûna toreke berfireh a dostaniyê ligel gelên cîhanê û dezgehên navneteweyî.

 

Karzan Haidar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

___

Hestiyariyê ji Dest ber nedin !

Harmn

Konfedresyona Revendî ya Kurdistanê pîrozbahî li Koma Kurdên Rojhilat kir ji ber endametiya wan a li navenda Revandê ya Kurdistanê 

KDC

Navenda Revenda Kurd Li Rûsyayê Salvegera Referandûma Serxwebûnê Pîroz Kir

KDC