Biryare di 26’ê vê mehê de, li bajarê Hannover ê Almanyayê, turnûvaya futbolê ya Rojava ku bi navê Kopa Rojava tê naskirin dest pê bike.
Ev turnûva mezintirîn pêşbirkiya werzîşî di navbera tîmên futbolê yên Kurdan de li diyasporayê ye û tê payîn ku hejmareke zêde ya revenda Kurdî ji bo temaşekirina yariyan amade bibin.
Di pêşbirkiyên îsal ên Kopa Rojava de, çar tîmên diyar ên Rojavayê Kurdistanê ku ji Kobanê, Efrîn, Hesekê û Qamişlo pêk tên, dê rûbirûyê hev bibin.
Derbarê amadekariyên vê karnavala werzîşî de, Ehmed Hesen endamê desteya rêveberiya Kopa Rojava tekez kir ku bi saya ezmûna serkeftî ya salên borî, îsal bi awayekî pir baş û di asteke bilind de hemû amadekariyên xwe ji bo birêvebirina yariyan û pêşwazîkirina ji temaşevanan temam kirine.
Yariyên îsal li stadyûma Klûba SV Arminia ya li bajarê Hannover a Almanyayê dê bên birêvebirin, ev stadyûm xwedî dîrokeke kevnar e û temenê wê zêdetirî 100 salan e, herwiha cihê 1000 temaşevanan tê de heye da ku ji nêzîk ve piştgiriya tîmên xwe bikin.
Ew tişta ku bêtir bala medya û çavdêran kişandiye ser turnûvayê, piştbestina bi temamî bi lîstikvanên ciwan e. Rêveberên xûlê armanca wan e ku derfetê bidin ciwanan û naxwazin pişta xwe bi lîstikvanên bi temen ve girê bidin, ji ber ku lîstikvanên ciwan ên beşdar ên îsal xwedî şiyaneke hunerî ya bilind û jêhatîbûneke kûr in di meydanê de, ev yek jî dibe sedem ku asta pêşbirkiyan bihêztir û leztir be.
Turnûva bi şêweyekî zû û bilez hatiye rêkxistin û tenê rojekê didome, bi awayekî ku yariyan di saet 10’ê sibehê de dest pê dikin û heta 7’ê êvarê berdewam dibin.
Ji bo ku yarî bi awayekî dadperwer û profesyonel bên birêvebirin, desteyeke navbijvanî ya têkel ji navbijvanên Almanî û Kurd dê çavdêriya yariyan bikin, herwiha biryare rojek berî lêdana fîtika destpêkê, konferanseke rojnamevanî ji bo dezgehên ragihandinê bê rêkxistin da ku hemû hûrgilî bên xistin rû û Kopa Rojava bêtir bê nasandin.

