Merasîma dawiya sala xwendinê ya dibistana Eyûb a ser bi Navenda Perwerdeyê ya Rêxistina Rewşenbîrên Kurd li Brîtanyayê, bi hevahengiya Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî, li bajarê Birminghamê hate lidarxistin.
Rêxistina Rewşenbîrên Kurd bi hevahengiya Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî, merasîma dawiya sala xwendinê ya dibistana Eyûb li Birminghamê li dar xist, ku tê de hejmareke berçav a mamosteyan, malbatên xwendekaran û xwendekar amade bûn.
Ew jî piştî salek ji hewl û xizmet û keda mamosteyên dilsoz ên dibistanê ji bo pêşxistina pêvajoya perwerde û fêrkirina zimanê şirîn ê Kurdî ji bo zarokên Kurd ên beşdar hat sazkirin.
Di beşa yekem a merasîmê de, çend axaftin hatin pêşkêşkirin, ku tê de tekez li ser girîngiya xwendinê, fêrbûna ziman û rola perwerdeyê di parastina nasname û çanda Kurdî de hate kirin.

Herwiha di beşeke din a bernameyê de, ji bo nirxandina hewl û keda mamosteyan, xelata rêzlênanê hate pêşkêşkirin, bi taybetî ji bo wan mamosteyên ku bi awayekê xwebexşane xizmeta dibistanê kirine. Herwiha hejmarek kesayetiyên dilsoz ên qada perwerdeyê jî hatin xelatkirin.
Di heman demê de, ji ber serkeftin û beşdariya wan a çalak, xelat û diyarî dane xwendekarên dibistanê.
Di dawiya merasîmê de, amadebû û malbatan di şîva êvarê de beşdar bûn û demek xweş û tijî dilxweşî bi hev re derbas kirin.
Hêjayî gotinê ye, dibistana Eyûb, salane bi armanca pêşxistina xwendina ziman û bihêzkirina peywendiyên perwerdehî û çandî di navbera nifşê nû yê Kurdan de li Brîtanyayê çalakiyên xwe didomîne.


