Li bajarê Stockholma paytexta Swêdê, rêwresma bîranîna şehîdên Rojhilatê Kurdistanê hate lidarxistin, ku tê de Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi nûnertiya Şermîn Bozarslan Cîgira Serokê Konfederasyonê û Kovan Amedî beşdar bûn.
Roja Şemiyê rêkefta 26’ê Tîrmeha 2026’an, rêwresmek ji bo bîranîna 9 Pêşmergeyên Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Rojhilat hate lidarxistin, yên ku di encama êrîşa mûşekî û dronî ya rejîma Îranê di 17’ê Tîrmeha 2026’an de bo ser baregehên hêzên Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêr û Silêmaniyê canê xwe ji dest dan.
Di wê rêwresmê de nûnerên partiyên Kurdistanî, rêxistinên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdar bûn û beşdarvan û rêxistinên Kurdistanî bi peyam û gotarên xwe êrîşên rejîma Îranê bi tundî şermezar kirin, her wiha hevxemiya xwe bi malbatên şehîdan re nîşan dan.
Di beşeke din a rêwresmê de, peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji aliyê Şermîn Bozarslan Cîgira Serokê Konfederasyonê ve hate xwendin, ku di peyamê de êrîşên rejîma Îranê yên li dijî hêzên Kurdistanî bi tundî hatin şermezarkirin û tekez li ser pêwîstiya parastina yekrêzî û hevkarîya di navbera Kurdan de hate kirin.
Di dawiya rêwresmê de, bi rêzdarî bîranîna şehîdên Rojhilatê Kurdistanê hate kirin û beşdaran careke din êrîşa mûşekî û dronî ya rejîma Îranê şermezar kirin.

