KDC

Federasyona Jinan li Düsseldorfê civiya

Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanê li bajarê Düsseldorf a Almanyayê civiya, ev civîna ku bi beşdariya seroka Konfederasyona Revenda Kurdistanî û hejmareke berçav ji jinên çalakvan ve hat lidarxistin, wek kevirê bingehîn ê qonaxeke nû di çalakkirina rola jinên Kurd de di qada civakî û sivîl a diyasporayê de tê dîtin.

Civîn bi serpereştiya Şîrîn Zekî, Seroka Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanê ve hat birêvebirin, di civînê de Dr. Îsmaîl Kamil Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Qehreman Osman Berpirsê Nivîsîngeha Şifa Barzanî Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, Hermin Ehmed, Berpirsa Nivîsîngeha Ragihandinê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Yad Emîn Serokê Federasyona Ciwan û Lawan, bi hevbeşiya Komîteya Almanyayê ya federasyonê û komek ji jinên diyar û pêşeng amade bûn.

Di civînê de, Dr. Îsmaîl Kamil behsa girîngiya bihêzkirina vê federasyonê kir wek yekem rêxistina navneteweyî ya tomarkirî ya jinên Kurd û piştgiriya tevahiya konfederasyonê jî ragihand.

Di heman demê de Şîrîn Zekî armanc û bernameyên federasyonê ronî kirin, beşdarbûyan di rewşeke tijî hevkarî de, gotûbêjên kûr li ser rêkarên kirdarî kirin ji bo xurtkirina beşdariya jinan.

Derbarê armanc û girîngiya vê civînê de, Hermin Ehmed, Berpirsa Nivîsîngeha Ragihandinê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî ku beşdarê civînê bû, bal kişand li ser wê yekê ku, ev civîn destkeftiyeke gelek baş bû ji bo yekxistina şiyan û danustandina pêşniyarên bi nirx di navbera jinên diyar ên diyasporayê de, naveroka civînê terxan kiribû ji bo danîna nexşerêyekê heta ku jin bi awayekî çalaktir di qadên sivîl de kar bikin, herwiha girîngiya civînê jî di wê de bû ku hevahengiyeke xurt di navbera rêxistinan û jinên çalak ên li Almanyayê de anî holê.

Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanê wek saziyeke Konfederasyona Revenda Kurdistanî kar dike ji bo komkirina jinên Kurd li welatên cuda yên Ewropa û cîhanê, armanca sereke ya vê federasyonê parastina nasnameya neteweyî, pêşxistina behreyên jinên Kurd û avakirina lobî û bandoreke erênî ye li civakên rojavayî de, lidarxistina vê civînê jî li Almanyayê, beşek e ji rêze çalakiyên berdewam ên federasyonê ji bo yekxistina gotara civakî û rêxistinî li diyasporayê de.

___

Rêxistina Gulan Dê Festîvalekê Ji Bo Helebceyê Lidar Bixin

KDC

Li Bakurê Kurdistanê golek bi temamî miçiqî ye

KDC

 Swêd: Penaberên Ukraynayî her tim rastî destdrêjiya sêksî tên 

KDC