KDC

Li Tiblîsê bîranîna cangoriyên jenosîda Êzdiyan hate bibîranîn

Zaza Keleşov, Serokê Komeleya Kurdên Gurcistanê (Ronahî) û endamê rêveberiya Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanê, di daxuyaniyeke taybet de ji bo malpera fermî ya Konfederasyonê, hûrgiliyên birêvebirina merasîmeke bi rûmet ji bo bîranîna cangoriyên karesata Şingalê xiste holê.

Serokê Komeleya Kurdên Gurcistanê ragihand: Di 2yê Tebaxa 2026an de, bi hevbeşiya Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanê û Komeleya Ronahî, li hola Mala Qefqasyayê li bajarê Tibîsê, merasîmeke şînê ji bo rêzgirtin li canê pak ê cangoriyên jenosîda 3yê Tebaxa 2014an a Êzdiyan hate lidarxistin.

Keleşov diyar kir, merasîm bi beşdariya berfireh a endamên diyasporaya Kurdî, pêkhateya Êzdî, ciwan û kesayetiyên civakî birêve çû, Serokê Komeleya Ronahî behsa wê yekê kir ku destpêka çalakiyê bi deqeyek bêdengî ji bo giyanê cangoriyan dest pê kir û paşê jî çendîn gotar hatin pêşkêşkirin, di wan gotaran de ronî xistin ser aliyên trajîk ên komkujiyê, çarenivîsa nediyar a windabûyan û ew pirsgirêk û kêşeyên ku heta niha jî rûbirûyê rizgarbûyan bûne.

Zaza Keleşov ew yek jî anî ziman, di dema merasîmê de tekez li ser berpirsiyariya dîrokî ya civaka navdewletî hate kirin ji bo misogerkirina edaletê û rêgirtina ji dubarebûna vî rengî tawanên dijî mirovahiyê, eşkere kir ku amadebûyan hevxemiya xwe ya kûr ji bo gelê Êzdî dubare kirine û tekez kirine ku parastina bîranîna vê trajediyê û veguhestina rastiyan ji bo nifşên bê, erka neteweyî û mirovî ya hevbeş a hemûyan e.

Keleşov spasiya wan hemû kesayetî û mêvanên ku beşdarî bilindragirtina bîranîna cangoriyên bêguneh ên jenosîdê bûn kir û hêvî xwest ku bîranîna şehîdên 3yê Tebaxa 2014an her dem bi zindî bimîne.

Jenosîda Êzdiyan di 3yê Tebaxa 2014an de dest pê kir dema ku çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê êrîşî qezaya Şingal û derdora wê kirin, di wê êrîşê de bi hezaran welatiyên Êzdî bi awayekî hovane hatin komkujkirin û bi hezaran jin û zarok jî hatin revandin, ev tawan di asta navdewletî de wek jenosîd hatiye naskirin û her sal li navxweya Kurdistanê û li derveyê welat, diyasporaya Kurdî bi lidarxistina çalakiyên cihêreng bîranîna cangoriyan bilind radigire û daxwaza edaletê dike.

___

Rûsya û Talîban Wê Li Hev Bicivin

KDC

Pirse û Serxweşî

Harmn

Şîfa Barzanî: Divê em piştgiriya doza rewa ya Kurd bikin û lobîyeke bihêz û bi bandor ava bikin

KDC