Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de bi boneya salvegera karesata Şingalê, piştgiriya xwe ya temam ji bo daxwaz û daxwaziyên xwişk û birayên Êzdî dubare kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de amaje bi wê yekê kir ku ew tawana terorîstên DAIŞê 12 sal berê encam dan, êşek e heta hetayê di bîra gelê Kurdistanê de dimîne û tekez kir ku ew rewşa neasayî û sepandî ya niha li Şingalê heye heta dawiyê namîne.
Di peyamê de hatiye ku Êzdî ji ber resenî, Kurdbûn û baweriya xwe ya olî rastî wê jenosîdê hatine, ku berdewamiya wê zincîre karesatên di dîrokê de li dijî gelê Kurdistanê hatine encamdan bû.
Serok Barzanî silav ji bo giyanê qurbaniyan şand û pesnê qehremaniya hêzên Pêşmerge da ku bi xwîna xwe efsaneya DAIŞê têkşikandin û rê li ber terorîstan girtin ku destên xwe bigihînin Çiyayê Şingalê, her wiha spasiya alîkariyên hêzên Hevpeymanan û hevxemiya xelkê Kurdistanê kir.
Di peyama xwe de, Serok Barzanî daxwaz ji pêkhateya Êzdî kir ji bo misogerkirina paşerojeke geş, yekrêziya xwe biparêzin, amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîst e hemû hewl ji bo wê yekê bin ku koçber bi serbilindî vegerin ser warê bav û bapîrên xwe û qerebûya hemû wan ziyan û êşên ku di dema borî de bi serê wan de hatine bê kirin.
Ev jî naveroka wê peyamê ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Ew tawana ku terorîstên DAIŞê dozdeh sal berê li dijî xwişk û birayên me yên Êzdî encam dan, êşeke ku heta hetayê di bîra Kurdistaniyan de dimîne. Êzîdî ji ber Kurdbûn û resenî û baweriya xwe ya olî ketin ber pêla kîn û reftarên nemirovane yên terorîstên DAIŞê û hatin jenosîdkirin. Ew tawana ku li ser destê DAIŞê li devera Şingalê hate encamdan, berdewamiya wê zincîre karesat û komkujî û tawanên ku li dirêjahiya dîrokê li dijî gelê Kurdistanê hatine encamdan e.
Di dozdehemîn salvegera wê karesatê de, silav ji bo giyanê şehîd û qurbaniyên wê tawanê, silav ji bo dilêrî û çavnetirsiya wan pêşmergeyên qehreman ku li ser Çiyayê Şingalê man û nehiştin destê terorîstan bigihîje Çiyayê Şingalê, silav ji bo wefa û wêrekiya hemû wan pêşmergeyên qehreman ku ji bo şikandina aplûqeya Çiyayê Şingalê û azadkirina bajarê Şingalê xwîna xwe bexşîn û efsaneya DAIŞê têkşikandin. Her wiha bi dil spasiya xwe pêşkêşî hemû takên serbilind ên Kurdistanê dikin, ku wek yek laş hevxem û hevsozê xwişk û birayên Êzdî bûn, ligel rêz û spasiya me ya zêde bo hêzên Hevpeymanan ku roleke berçav dîtin di alîkariya Pêşmerge û paşvekişandina û têkşikandina terorîstan de.
Di bîranîna wê karesatê de ji bo xwişk û birayên Êzdî dubare dikim ku bi hemû hêza xwe piştgiriya xwest û daxwaziyên wan im. Daxwaz ji wan dikim di pênava misogerkirina paşerojeke geş de, di nav xwe de yekrêz bin û hêviya wan bi paşerojê hebe. Bêguman, ew rewşa sepandî û neasayî ya ku li Şingalê heye, heta dawiyê namîne û divê xwişk û birayên me yên Êzdî bi serbilindî vegerin ser warê bav û bapîrên xwe û qerebûya ziyan û êşên wan bê kirin.
Hezar silav li giyanê pak ê şehîdên Şingalê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê
Mesûd Barzanî
3yê Tebaxa 2026

