KDC

Hermin Ehmed bi navê Konfederasyonê beşdarî semînerekî taybet bû

Nûnera Konfederasyona Revenda Kurdistanê, beşdarî semînara bîranîna jenosîda Êzdiyan bû, ku ji aliyê her du navendên Belçîka û Brukselê û çend rêxistinan ve hatibû lidarxistin.

Îro duşem 03/08/2026, Xanima Hermin Ehmed Berpirsa Nivîsîngeha Ragihandinê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanê, bi nûnertiya konfederasyonê beşdarî semînara bîranîna diwanzdehemîn salvegera jenosîda xwişk û birayên me yên Kurdên Êzdî bû, ku ji aliyê her du navendên Revenda Kurdistanê – Bruksel û Belçîka û çend rêxistinan ve li Brukselê hatibû lidarxistin.

Xatûna Hermin Ehmed, bi navê Konfederasyona Revenda Kurdistanê ve gotarek pêşkêş kir, ku tê de behsa dîroka tijî êş û nexweşiyên gelê Kurd kir, di beşekê de hatiye: “Em wek konfederasyon, bi temamî bawer dikin ku Revenda Kurdistanê dikare bibe balyozxaneyeke mezin ji bo nasandina jenosîda Êzdiyan û parastina nasnameya neteweyî.”

Di merasîmê de hejmarek ji kesayetiyên Kurd û Belçîkî û nûnerên sazî û rêxistinan beşdar bûn. Herwiha beşdaran serpêhatî û bîranîna qurbaniyên jenosîda Êzdiyan zindî ragirtin û tekezî li ser girîngiya dadperwerî û parastina neteweyan kirin.

Cihê gotinê ye, karesata Şingalê di 03/08/2014an de û li ser destê terorîstên DAIŞê rû da û komkujiyeke mezin li dijî Kurdên Êzdî kirin, ku wijdana mirovahiyê hejand.

Naveroka gotara Hermin Ehmed:

Birêzan, mêvanên hêja, nûnerên Revenda Kurdistanê li diyasporayê, amadebûyên serbilind, xwişk û birayên têkoşer.

Gelek kêfxweş im, ku îro bi navê Konfederasyona Revenda Kurdistanê ve di bin sîwana vê navenda neteweyî û niştimanî de, ji bo vê semînera girîng û gotûbêjkirina li ser pirsgirêkên çarenivîsaz ên gelê me em bi hev re kom bûne.

Kombûna me ya îro xwedî rehendeke mirovî û neteweyî ya kûr e, ji ber ku hevdem e ligel derbasbûna 12 salan bi ser yek ji mezintirîn û hovanetirîn tawana sedsalê, ku ew jî jenosîdkirina xwişk û birayên me yên Êzdî ye ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve, ew karesata ku wijdana mirovahiyê hejand û birîneke nekevandî di laşê niştimana me de çêkir.

Ev semîner ne tenê ji bo bîranîneke asayî ye, belê hewleke zanistî û siyasî ye ji bo danîna nexşerêyeke nû di xebata Revenda Kurdistanê de, em li vir in da ku piştrast bikin, ku karesata Şingalê û jenosîda Êzdiyan qet nayê jibîrkirin û divê wek dozeke zindî ya navneteweyî bimîne, di vê serdemê de, ku cîhan bi guhertineke bilez re derbas dibe, erka ser milê me hemûyan e, ku Revenda Kurdistanê bikin hêzeke bibandor û zexteke siyasî ya bi hêz li welatên cîhanê, da ku em bikaribin bi şêweyeke modern û serdemane, ne tenê berevaniyê ji mafên xwe yên rewa bikin, belê rêgirtinê ji dubarebûna her cure jenosîdekî din ê li dijî gelê me bikin.

Hêjayan, rêkxistina van semînerên zanistî û siyasî di vê demê de, nîşana zindîbûn û xema wan dilsozan e, ku dixwazin peyama mezlûmiyeta Kurd û dengê qurbaniyên destê terorê bigihînin navendên biryarbidest yên cîhanê, ev dik cihê yekxistina dengên cuda ye ji bo ku em bêjin: Em wek yek laş, êşa xwişk û birayên xwe yên Êzdî wek êşa xwe dibînin û kar dikin da ku civaka navneteweyî bi fermî û bi kiryarî qerebûya wê zulma dîrokî bike.

Ji ber vê yekê bi navê Konfederasyona Revenda Kurdistanê ve, spasiyeke bêpayan û germ pêşkêşî hemû rêkxerên vê semînera bi rûmet dikim, we bi mandîbûn û şevnixûniya xwe selmand ku Kurd li her cihê vê cîhanê be, dil û mêjiyê wî li ba niştiman û qurbaniyên gelê wî ye, karên we cihê şanaziyê ne û nîşana asta bilind a hişyariya neteweyî ya we ye, rêkxistina kareke ewqas mezin û kombûna van hemû pispor û şiyanê di bin yek banî de kareke hêsan nîne, lê îradeya we negengaziyê kir gengaz.

Em wek konfederasyon, bi tevahî baweriya me heye, ku Revenda Kurdistanê dikare bibe balyozxaneyeke mezin ji bo nasandina jenosîda Êzdiyan û parastina nasnameya neteweyî, ev konferans û semîner gaveke stratejîk in da ku em ji cîhanê re bêjin: Kurd li xerîbiyê hêzeke hişyar û parêzerêke serhişk ê dîrok û destkeftiyên niştimanî ye.

Spasî ji bo wan hemû ezîzên ku li pişt perdeyê û li pêşiya karan bûn ji bo serxistina vê derfetê, hêviya serkeftinê ji bo karên semînerê dixwazim û ez bawer im, ku encamên van gotûbêjan dê bibin hevîrtirşê guhertin û bidestxistina dadperweriyeke zêdetir ji bo doza rewa ya gelê me û qurbaniyên destê tundrewî û terorê.

Bijî Kurd, bijî Kurdistan.

Serkeftî bin.

___

Hollanda: Navenda Rewanda Kurdistanî hate protestokirin

KDC

Dîroka Bazara iPhone13yê Tê Aşkerekirin

KDC

Rûnkirinek ji Konfederasyona Revenda Kurdistanî 

KDC