Bi amadebûna nûnerê Konfederasyonê, her du navendên Bruksel û Belçîkayê bi hevahengiya Komeleya Hêvî û Rêxistina Aştî, Rêxistina Mala Êzdiyan, merasîma bîranîna 12 saliya jenosîda Kurdên Êzdî lidar xistin.

Îro duşem, 03.08.2026an, Xatûna Nask Nesîrî Endama Desteya Rêveberiya Federasyona Navdewletî ya Zimanê Kurdî û bi wekalet Berpirsa Navenda Revenda Kurdistanî – Belçîka ji malpera KDC re ragihand, ku navendên Revenda Kurdistanî – Bruksel û Belçîka bi hevahengiya Mala Êzidiyan û bi serperiştiya Xatûna Leyla Çildêrgoşî û Komeleya Hêvî û Rêxistina Aştî û bi amadebûna Hermin Ehmed Nûnera Konfederasyona Revenda Kurdistanî, merasîmeke taybet ji bo bîranîna 12 sal derbasbûna li ser jenosîdkirina xwîşk û birayên Kurdên Êzdî yên Şingalê li Nivîsîngeha Navenda Brukselê bi rê ve birin.

Hêjayî gotinê ye, beşdar ji kesayetiyên Kurd û Belçîkî û çalakvanan pêk dihatin, ku hemûyan tekez li ser parastina mafên netewe û kêmîneyên olî kirin, yên ku li welatên Rojhilata Navîn dijîn.

