Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi boneya 16ê Tebaxê û 80emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, hemû cemawer û alîgirên Partiyê û hemû xelkê Kurdistanê dikim.
Partî bi navê vegerandina hêvî û hêzê bo gelê Kurdistanê di serdemeke dijwar û giran de hate damezrandin. Di dirêjahiya dîroka xebata xwe de, Partî xwendingeha têkoşer û şoreşgerên Kurdistanê bûye û di hemû qonaxan de parêzvanekî serhişk ê mafên rewa yên gelê Kurdistanê bûye. Partî di rabûrî, niha û paşerojê de amrazek e ji bo xizmetkirina xelkê û bicihanîna armanc û nirxên neteweyî û niştimanî.
Partî baweriyeke xurt bi pêkvejiyan, biratî û tebayiya di navbera hemû pêkhateyên neteweyî û olî û hemû aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê de heye, herwiha prensîba hevbeşiyê û rêzgirtina li destûrê wek mîsogeriya seqamgîrî, aramî û geşbûna li hemû Iraqê dibîne.
Di bîranîna 16ê Tebaxê de, peyama min ji bo cemawer, alîgir û endamên Partiyê ew e ku Partî çavkaniya hêza gelê Kurdistanê ye; erka sereke ya Partiyê xizmetkirina gelê Kurdistanê ye û bi piştgiriya Xwedayê Mezin û bi îrade û himmeta wî û hemû xelkê Kurdistanê, tu astengiyek nikare bibe rêgir li pêşiya vê erka pîroz de.
Di vê boneyê de em bîranîna wan hemû şehîd, Pêşmerge, têkoşer û qehremanan bilind radigrin ku di dirêjahiya xebata Partiyê de qurbanî dane. Herwiha rûmeta min ji bo rola kadro, endam û cemawerê xweşdiviyê Partiyê heye ku bi dilsozî û bê rawestan di hemû rewşan de piştevaniya partiya xwe kirine û dîrok û serbilindî ji bo gelê xwe tomar kirine.
Mesûd Barzanî
16ê Tebaxa 2026

