KDC

Hejmara 6an a Kovara Rewend Hate Weşandin

Kovara Rewend nûtirîn hejmara xwe ku hejmara 6an e, bi naverokeke dewlemend û pirreng di warên siyasî, edebî, hunerî, werzîşî û çandî de hate weşandin.

Di vê hejmarê de jî komek nivîskar û pisporên navxwe û diyasporayê bi nivîsên xwe bi her du zaravayên Soranî û Kurmancî belav kirine, digel wan nivîskarên ku dîtin û bîr û nêrînên xwe yên cihêreng derbarê mijarên curbecur de anîne ziman.

Derketina vê hejmara nû ya Rewendê gaveke din e ji bo bihêzkirina peywendiyên çandî û fikrî, ji ber ku kovarê karîbûye bibe pirek di navbera rewşenbîrên navxwe ya Kurdistanê û revenda Kurdî ya li diyasporayê de. Di vê çarçoveyê de, hejmareke berçav ji hunermend, bîrmend û pisporên warên cuda tê de beşdar bûne, ev yek jî bûye sedem ku kovar bibe platformeke giştgîr ji bo alûgora zanîn û ezmûnan di navbera hundir û derveyî welêt de.

Hermin Ehmed, Sernivîskara Kovara Rewendê, amaje bi wê yekê kiriye ku armanca wan rexsandina derfetan e ji bo hemû nivîskar û rewşenbîran da ku bi rêya şandina babêtên xwe yên binirx û bihadar, bi Kovara Rewendê re berdewam bin û nivîskarên zêdetir tê de beşdar bibin.

Sernivîskara Kovara Rewendê tekez li ser wê yekê kiriye ku, deriyê kovarê ji bo hemû wan pispor û xwedî pênûsan vekiriye ku dixwazin bi rêya nivîsên xwe xizmetê ji bo warên cuda yên civakê bikin.

___

Navenda Revenda Kurd Li Derveyî Welêt û Kanala Kurdistan24ê Bi Hevbeşî Ji Bo Pirsgirêkên Neteweyî Kar Dikin

KDC

Şanda rêvebirê Konfedrasyona Rewanda Kurdistanê serdana serokatiya Zanîngeha Dihokê kir 

KDC

Pêşewayê Nemir Qazî Muhamed di Dilê Meda Ye

Harmn