KDC

Şifa Barzanî û berpirsên Awistiryayê rewşa revenda Kurdistanî gotûbêj kirin

Şifa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, li Viyenna du hevdîtinên girîng ligel berpirsên hikûmî û partiyên Awistiryayê pêk anîn, ku tê de tekez li ser bihêzkirina pira peywendiya di navbera saziyên revenda Kurdistanî û navendên biryarder ên Awistiryayê de kirin, bi armanca xizmetkirina zêdetir a revenda Kurdistanî û çekirina nirxên mirovî.

Roja 25.08.2026, şandek bi serokatiya Şifa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Konfederasyona Revenda Kurdistanî û bi endamtiya Cebar Haco Rêveberê Akademiya Viyenna bo Fêrbûnê, Qehreman Osman Rêveberê Nivîsîngeha Şifa Barzanî, Kadar Cangîr Serokê Federasyona Revenda Kurdistanî li Awistirya, Stan El-Elî endamê Lijneya Rêveber a Federasyonê, du civînên fermî ligel Saya Ehmed Seroka Şaredariya Navçeya 9 ya Viyenna û Andreas Babler Cîgirê Serokwezîr û Sekreterê Partiya Sosyal Demokrat a Awistiryayê (SPÖ) pêk anîn.

Di hevdîtinan de bal kişandin ser rewşa revenda Kurdistanî li Awistirya û asta pêşketinên wan, herwiha behsa rêyên pêşxistina hevahengî û peywendiyên di navbera saziyên Kurdî û aliyên siyasî yên Awistiryayê de kirin. Herdu aliyan tekez li ser girîngiya berdewamiya diyalog û hevahengiya hevbeş kirin, digel vekirina kanala peywendiya rasterast bo danustandina bîr û ramanan li ser pirsên cuda bi awayekî ku xizmetê bi berjewendiyên revenda Kurdistanî bike û nirxên demokrasiyê, mafên mirovan û pêkvejiyanê bihêztir bike.

Civîn di rewşeke erênî û avaker de birêve çûn, ku tê de xwesteka herdu aliyan bo pêşxistina peywendiyan û pêşvebirina hevahengiyan di warên cuda de bi zelalî xuya bû

 

___

Hestiyariyê ji Dest ber nedin !

Harmn

Terora Siyasî Ya Li Iraqê, Dîrokeke Bi Xwîn Û Nearam Ya Siyasî

KDC

Hollanda: Navenda Rewanda Kurdistanî hate protestokirin

KDC