KDC

Nûnerê Konfederasyonê beşdarî rêwresmeke taybet a Enfalê kir

Nûnerê Konfederasyonê beşdarî rêwresma bîranîna Enfal û jenosîda gelê Kurdistanê kir, ku tê de digel çendîn gotaran, fîlmekî dokûmenterî jî li ser wê tawanê hat pêşkêşkirin.

Roja şemiyê rêkefta 29/08/2026an, Şukrî Berwarî wek nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, beşdarî bîranîna Enfal û jenosîda gelê Kurd li Holandayê kir, ku ji aliyê KG Lobby Centre ve û bi beşdariya Federasyona Navneteweyî ya Jinên Diyasporaya Kurdistanê û Dilawer Ajgeyî nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brukselê û Yekîtiya Jinên Kurdistanê ve hat birêvebirin.

Beşdarbûna nûnerê Konfederasyonê di wê çalakiyê de, careke din pêdagirbûna bi parastina bîreweriya neteweyî, piştgiriya ji hewlên nasandina jenosîdê û bihêzkirina têkiliyên navendên li Ewropayê ye.

Cihê gotinê ye, di rêwresmê de çendîn gotar û fîlmekî dokûmenterî li ser wê tawanên hovane yên rejîma berê ya Iraqê hatin pêşkêşkirin, wek Awring Şaweys, amaje bi wê yekê kir, ku fîlmê dokûmenterî û komek gotar û pêşangeheke şêwekariyê, bûne hewêna bîranîna Enfal û jenosîda gelê Kurd.

___

Ciwanekî kurd ê ji Efrînê xelata herî mezin a Almanyayê qezenc dike

Karzan

Bi amadebûna Serokê Konfederasyonê li Stockholmê bîranîna jenosîda Kurdên Êzdî hate lidarxistin.

Xelan

Kitêba Yekemîn Ya Hewlêrê Wê Li Swêdê Were Çapkirin

KDC