KDC

Şifa Barzanî li Brukselê: Zanist û xwendin mifteya serkeftina revenda Kurdan e bo xizmeta welat

Şifa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, di semînara hevbeş a di navbera Federasyona Ciwanên Revenda Kurdistanî û Rêxistina Xwendekarên Belçîka de li Brukselê tekez dike, divê ciwanên Kurd ên diyasporayê bi çekê zanist û jêhatîbûnê bibin nûnerên rastîn ên gelê xwe û li navendên biryardar ên Ewropayê pêgeha xwe xurt bikin.

Îro duşem 7ê Îlona 2026an, li bajarê Brukselê, paytexta Belçîkayê, semînareke hevbeş di navbera Federasyona Ciwanên Revenda Kurdistanî û Rêxistina Xwendekarên Belçîkayê de li hola Zanîngeha Brukselê bi amadebûna Şifa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî bo axaftinê derbarê ciwanan û çalakiyên rêxistinî û prosesa têkelbûna bi civaka rojavayî ve hate rêkxistin.

Şifa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, di gotareke xwe de li wê semînerê de amaje bi wê yekê kir ku, divê ciwanên Kurd ên diyasporayê bi çekê zanist û jêhatîbûnê ve bibin nûnerên rastîn ên gelê xwe û li navendên biryardar ên Ewropayê pêgeha xwe bi hêz bikin.

Di nav semînerê de, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî bal kişande li ser girîngiya guherîna takekesî wek bingeyek bo guherîna civakê û cîhanê, bi piştbestina bi gotina feylesofên mezin ku baweriya wan wisa ye hemû çaksazî ji mirov bi xwe û ji dibistanan ve dest pê dike.

Şifa Barzanî destxweşiyê li wan bi hezaran ciwanên Kurd kir ku li welatên derve karîne pile û bawernameyên bilind bi dest bixin û di sîstemên siyasî, îdarî û ewlehî yên wan welatan de têkel bûne, ev yek jî wek cihê şanaziyê bo neteweya Kurd wesif kir.

Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî tekez li ser wê yekê kir ku armanca wan a sereke rêkxistina şiyanên ciwan û xwendekarên Kurd e di çarçoveya federasyoneke xurt de, da ku dûr ji berbelaviyê û berjewendiya hizbî, bikaribin xizmeta doza rewa ya gelê xwe bikin.

Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî behsa wê yekê jî kir ku niha dema wê hatiye revenda Kurdî wek hêzeke yekgirtî û serbixwe kar bike.

Şifa Barzanî amaje bi dîrokeke girîng kir û bibîra amadebûyan anî ku di sala 1957an de, Mela Mistefa Barzanî şîretê li xwendekarên Kurd kiriye ku tenê girîngiyê bidin xwendinê, ji ber ku dewleta serbixwe ya Kurdistanê di paşerojê de pêwîstiya wê bi mirovên zana û pispor heye, daxwaz ji ciwanên Kurd kir ku li welatên têde nîştecihin pabendê yasayê bin û bibin mînakeke bedew a Kurdayetiyê, da ku bi wê rêyê piştgiriya navneteweyî bo Herêma Kurdistanê bi dest bixin.

Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, erkê rêkxistin û komkirina şiyanên Kurdên diyasporayê li stû girtiye, hewl dide têkiliya di navbera welat û revenda Kurdî de bihêztir bike û sûdê ji pisporî û jêhatîbûna Kurdên derveyî welat bo avadankirina Kurdistanê werbigire, Bruksel wek navenda biryara Yekîtiya Ewropayê, yek ji wan rawestgehên girîng e ku Revenda Kurdistanî girîngiyeke taybet pê dide.

___

Jinên Êzidî yên hatine rizgarkirin

KDC

Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya seredana Komela Kulturê Kurdî li Bajarê Solingen kir.

Harmn

Du Kurd Bûne Parlementerên Norwecê

KDC