KDC

Şifa Barzanî serdana Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir

Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, serdana Nivîsîngeha Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li bajarê Brukselê kir.

Şifa Barzanî Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî û şanda pê re, serdana Dilawer Xalid Ajgeyî, Nûnerê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brukselê kir û bi germî hat pêşwazî kirin.

Di civînê de tekez li ser girîngiya projeya Revenda Kurdistanî ya li derveyî welat hate kirin, ku armanca wê komkirina Kurdistaniyên diyasporayê ye bê cudahiya îdeolojîk, ji bo avakirina lobiyeke bihêz a Kurdistanî li derveyî welat, da ku bikaribe piştgiriyê bide doza rewa ya gelê Kurdistanê.

Di dawiya civînê de, Dilawer Ajgeyî destxweşiyê li Şifa Barzanî û berpirs û endamên Revenda Kurdistanî kir ji bo destkeftên ku heta niha bi dest xistine, her wiha amadebûna xwe ji bo her hevkarî û piştevaniyekê bi navê bihêzkirina kar û çalakiyên wan de diyar kir.

___

Şandeke Navenda Revenda Kurd Serdana Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya PDKê Kir

KDC

Pêşî Li Xurtbûna Coronayê Tê Girtin

KDC

Tirkiyeyê Çend Koçberên Iraqî û Sûriyeyî Desteser Kiriye

KDC