Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Salar Mirza Kerkûkî kir bi boneya serkeftina wî wek endamê Encûmena Şaredariyê li derveyî welat, ew serkeftin wek cihê dilxweşiyê ji bo Serok Barzanî û tevahiya gelê Kurd li niştiman û diyasporayê wesif kir.
Şefa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Rewenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî di peyamekê de ragihand, serkeftin û hilbijartina Salar Mirza Kerkûkî bo Encûmena Şaredariya navçeya xwe, gaveke pîroz, girîng û cihê şanaziyê ye, herwiha tekez kir ku ev destkeft berî her kesî dilê Serok Barzanî û tevahiya gelê Kurdistanê şad dike û serkeftinek e bo hemû Kurdên derveyî welat.
Di beşeke din a peyamê de hatiye ku nûnertiya gelê Kurd di dezgehên birêvebirina xwecihî de li derveyî welat, rengvedana sîmaya serdemiyane û demokratîk a gelê Kurd e li hember gelên din, hevdem amadehiya temam a Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî hate diyarkirin bo pêşkêşkirina her cure alîkarî û piştgiriyekê bi mebesta serxistina erka wî ya nû.
Di heyama salên borî de, Revenda Kurdistanî li derveyî welat roleke berçav di qadên siyasî, medenî û îdarî yên welatên rojava de dîtiye, Baregeha Barzanî di riya Şefa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî ve girîngiyeke taybet bi têkilî û bihêzkirina şiyanên Kurdên tarawgehê dide bi mebesta beşdariyeke çalak di navendên biryardanê de û nîşandana wêneyê rastîn û şaristanî yê gelê Kurdistanê li cîhanê, hilbijartina kesayetiyên Kurd bo encûmenên xwecihî û şaredariyan, wek destkeftiyeke dîplomatîk û medenî bo bihêzkirina pêgeha Kurd li derve tê dîtin.
Naveroka peyamê
Rêzdar: Salar Merza Kirkuki
Serkeftina we pîroz dikim.
Bi navê xwe û Revenda Kurdistanî, bi germî pîrozbahiyê li we dikin. Serkeftina we û hilbijartina we ya ji bo Encûmena Şaredariya herêma we, gaveke gelek pîroz, girîng û cihê şanaziyê ye. Bêguman serkeftina we di serî de dilê Serok Barzanî û hemû gelê Kurdistanî dilxweş dike. Ev serkeftin, wekî serkeftina hemû gelê me û bi taybetî Kurdên li derveyî welat e.
Em hêvîdar in ku hûn di karê xwe yê nû da gelek serkeftî û serfîraz bin û bikaribin xizmetek baş, hêja û dilsozane pêşkêşî civak û şaredariya xwe bikin.
Hûn îro wekî nûnerên gelê Kurd li wê şaredariyê beşdar dibin, lewma hûn rengê nûjen û demokratîka gelê me nîşanî gelên din dikin. Ev berpirsiyariyeke mezin û di heman demê de cihê serbilindiyê ye.
Em wekî Diyasporaya Kurdistanê, piştevan û alîkarê we ne. Deriyê me her tim ji we re vekirî ye ji bo her piştgirî û alîkariyekê da ku hûn di karê xwe de serkeftîtir bin.
Careke din pîrozbahiyê li we dikin û hêviya serkeftina berdewam ji we re dixwazin.
Di gel rêz û silavên germ,
Birayê we,
Şefa Barzanî
Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî
li Baregayê Barzanî
16.09.2026


