KDC

Salvegera şehîdkirina Jîna Emînî li Stockholmê hate lidarxistin

Hin endamên Komîteya Rêveberiyê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî, beşdarî çalakiyekî bîranîna şehîdkirina Jîna Emînî bûn, ku li Swêdê hate lidarxistin.

Her yek ji endamên Komîteya Rêveberiyê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî, ku pêk hatibûn ji Şermîn Bozarslan û Kovan Amêdî, beşdarî çalakiyekê bûn ku bo salvegera şehîdkirina Jîna Emînî li Stockholm a paytexta Swêdê hatibû lidarxistin.

Partiyên siyasî yên Kurdistanî yên Rojhilatê Kurdistanê, di dîroka 19’ê Îlona 2026’an de, bo bîranîna salvegera kuştina Jîna Emînî, li hev civiyan û merasîmeke bîranînê li navçeya Odenplan a Stockholmê li dar xistin.

Di merasîmê de hejmarek ji Kurdan û çalakvanên siyasî û civakî beşdar bûn û Jîna Emînî bi bîranîn.

___

Amerîka: Em ji hin welatên ku neheqiyê li penaberan dikin bi fikar in

KDC

Li Almanyayê Nijadperestek Hatiye Cezakirin

KDC

Li Swêdê Berfeke Pir Bariyaye û Meteorolojiyê Hişyarî Daye

KDC