Dibistaneke din a fermî ji bo hînkirina zimanê dayikê li bajarê Utrecht a Hollandayê ji bo zarokên Kurd ên niştecihê wî bajarî hate vekirin.

Roja Şemiyê, 20.09.2026, li bajarê Utrecht a welatê Hollandayê, duyemîn dibistana zimanê Kurdî bi navê “Dibistana Utrechtê” bi amadebûna hejmarek ji xwendekaran û dê û bavên wan û serpereştiyar û mamosteyan, bi awayekî fermî hate vekirin.
Ev dibistan di
بەbin sîwana Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî ya ser bi Konfederasyona Revenda Kurdistanê ve ye, ku dest bi kar kiriye, ew jî bi mebesta pêşxistin û parastina zimanê dayikê û dabînkirina jîngeheke guncaw ji bo hînbûna zimanê Kurdî bo zarokên Kurd li Hollandayê.

Di yekem roja destpêkirina dersan de, xwendekaran bi kêfxweşî beşdariyê hînbûna zimanê dayika xwe kirin.

Avakirina vê dibistanê pengaveke din e ji bo bihêzkirina peywendiya nifşê nû yê Kurd bi ziman û çanda xwe re.
Cihê gotinê ye, Konfederasyona Revenda Kurdistanê di nav hewldanên xwe de ji bo pêşxistina zimanê dayikê bo Kurdên diyaspora, bi hevahengiya Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, projeya xwendin û hînkirina zimanê dayikê ji bo zarokên Kurd ên niştecihê welatên cîhanê bi şêweyê dibistana fermî û online ji bo hemû Kurdên cîhanê vekiriye, ew jî bi navê parastin û geşepêdana zimanê pîroz ê Kurdî bo zarokên wan malbatên Kurd ên niştecihê diyasporayê ne.

