Bi boneya derbasbûna 9 salan li ser referandûma dîrokî û serxwebûna Başûrê Kurdistanê, serok û şandeke bilind a Konfederasyona Revenda Kurdistanî li beramberî Parlamentoya Swêdê li Stockholmê civiyan û peyam û helwesta fermî ya revenda Kurdistanî gihandin nûnerên hemû partiyên siyasî yên wî welatî.
Roja 25ê 9ê 2026an, li ber avahiya parlamentoya Padîşahiya Swêdê li bajarê Stockholmê, şandeke taybet a Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi serokatiya Îsmaîl Kamil, serokê konfederasyonê û bi beşdariya çend endamên komîteya rêvebirinê û çalakvanên revendê, civîneke siyasî û dîplomatîk li dar xist.
Di dema wê çalakiyê de, şandê daxuyaniyeke fermî ya konfederasyonê radestî nûner û fraksiyona hemû partiyên siyasî yên nav parlamentoya Swêdê kir, peyamê tekez li ser zindîhiştina îradeya gelê Kurdistanê ji bo gihîştina bi mafên rewa û demokratîk kir û bal kişand ser pêwîstiya piştgirîkirina doza neteweyî ya Kurd li navendên biryardar ên Ewropa û cîhanê.
Di 25ê Îlona sala 2017an de, xelkê Başûrê Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê di pêvajoyeke dîrokî ya demokratîk de çûn ser sindoqên dengdanê û bi rêjeya ji %92î zêdetir dengê erê dan serxwebûna Kurdistanê, salane di bîranîna wê rojê de, revenda Kurdistanî li welatên diyasporayê çalakiyên cûrbecûr li ber navendên navneteweyî, parlamentoyan û rêxistinên dîplomatîk encam didin da ku peyama rewa ya gelê xwe bi zindîtî bihêlin.


