de, bi boneya derbasbûna 9 salan li ser referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, şandeke civaka Kurdî li Almanyayê peyameke fermî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî gihand parlamentoya bajarê Düsseldorfê û bi germî pêşwaziya wan hate kirin.
Di dema wê serdanê de, şanda revenda Kurdistanî ji aliyê berpirsên parlamentoyê ve bi fermî pêşwazî lê hate kirin û bi hûrgilî rehendên dîrokî, mirovî û siyasî yên pêvajoya referandûmê û girîngiya wê bîranînê ji wan re şirove kirin, di heman demê de peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî radestî serokatiya parlamentoyê kirin, ku tê de hatiye pêvajoya dengdanê di 25ê 9ê 2017an de îfadeyeke azad û bi temamî demokratîk bû ji îradeya rasteqîn a gelekî bindest ji bo gihîştina bi mafê serxwebûnê.
Di beşeke din a peyamê de, amaje bi qurbanîdan û êşên kûr ên xelkê Kurdistanê di qonaxên tarî yên dîrokê de hatiye kirin, di nav wan de operasyonên Enfalê, kîmyabarana Helebçeyê û jenosîda Barzaniyan, ligel vê yekê jî, rola mezin a hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wek mertaleke bihêz di têkşikandina terorîstên DAIŞê û parastina mirovahiyê de bilind hatiye nirxandin, di peyamê de, şandê daxwaz ji civaka navneteweyî û parlamentoyên cîhanê kir ku rêzê li biryar û dengê rewa yê xelkê Kurdistanê bigirin û piştgiriyê bidin mafê çarenivîsa vî gelî.
Di 25ê Îlona sala 2017an de, gelê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê, di rapirsiyeke giştî de beşdar bûn û ji %92yê zêdetirê beşdaran bi erê deng dan serxwebûnê, di 9emîn salvegera wê pêvajoyê de, Konfederasyona Revenda Kurdistanî li gelek welatên Ewropî û navendên navneteweyî, kampanyayeke dîplomatîk dest pê kiriye da ku bi awayekî fermî dengê gelê xwe bigihîne navendên biryardar ên cîhanê.

