Dibistana Kurdî li Luksembûrgê sala xwendinê ya îsal vekir, ku tê de 26 xwendekarên Kurd li dibistanê dixwînin û ji du polan pêk tê û temenê wan ji 5 heta 13 salî ye.

Îro şemiyê di dîroka 26ê 9ê 2026an de, dibistana Kurdî li Luksembûrgê sala xwendinê ya 2026–2027 dest pê kir û zarokên Kurd ji bo saleke nû ya fêrbûn û pêşxistina zimanê Kurdî de beşdar bûn.

Rêveberên dibistanê tekez li ser wê yekê kirin, ku hînkirina zimanê dayikê ji bo zarokên Kurd û nasandina wan bi çand û nasnameya xwe, erk û berpirsiyariyeke hevbeş e di navbera wan û dê û bavên wan de ji bo parastin û veguhestina ziman û çanda Kurdî bo zarokên wan, ew jî erkekî neteweyî ya girîng e.

Di heman demê de, rêveberên dibistanê pîrozbahiyê li xwendekarên hêja û hemû dê û bavan kir û hêvî xwest ku sala xwendinê ya nû tijî fêrbûn, serkeftin û xweşî be û zimanê Kurdî her tim di dil û jiyana zarokan de zindî bimîne.

Dibistanê her wiha tekez kir ku bi hevkariya dê û bav û mamosteyan, zarok dê zimanê şîrîn ê Kurdî fêr bibin û nasname û çanda xwe biparêzin.

