KDC

Şefa Barzanî pîrozbahiya salvegera damezrandinê li Welat TV kir

Bi boneya salvegera damezrandina kanala esmanî ya Welat TV, Şefa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî rêveberî, karmend, peyamnêr û hemû hevkarên wê dezgeha medyayî ya niştimanî kir.

Di peyamê de Şefa Barzanî bal kişand li ser wê yekê, Welat TV di dema kar û weşana xwe de bûye dengekî rastgo, bi taybetî bo Rojavayê Kurdistanê û bi giştî bo hemû beşên Kurdistanê, herwiha di saya pêdagirbûna xwe bi prensîbên pîşeyî, niştimanî û Kurdayetiyê, karîbûye baweriya temaşevanên xwe li hundir û di nav Revenda Kurdistanî ya li derveyî welat bi dest bixe û bibe pireke peywendiyê di navbera niştiman û diyasporayê de.

Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî rola berçav a wê kanalê di parastina ziman, çand û doza rewa ya gelê Kurdistanê de bilind nirxandiye û hêvî xwestiye her dem di erkê xwe yê pîroz de serkeftî û berdewam bin ber bi salên tijî destkeft ve.

Kanala esmanî ya Welat TV wek yek ji medyayên diyar ên Rojavayê Kurdistanê, di salên borî de giringiyeke mezin daye şopandina pirsgirêkên neteweyî û rewşa navçeyê û dengê diyasporayê, Nivîsîngeha Diyasporaya Baregeha Barzanî jî di çarçoveya hewlên xwe yên berdewam de bo piştgiriya medyaya Kurdî, tekez li ser pêgeha bi bandor a wan dezgehan dike ku xizmetê bi gotara neteweyî, nasnameya niştimanî û girêdana revenda Kurdî bi welat ve dikin.

 

Naveroka peyamê:

 

Bi helkefta salvegera damezrandina Welat TV, bi germî pîrozbahiyê li rêveberî, karmend, peyamnêr û hemû hevkarên vê saziya medyayî ya niştimanî dikim.

 

Welat TV di heyama weşana xwe de bûye dengekî rastgo yê bi taybetî Rojavayê Kurdistanê û bi giştî tevahiya Kurdistanê. Bi pêdagiriya xwe ya bi prensîbên pîşeyî, niştimanî û Kurdayetiyê, karîbûye baweriya temaşevanên xwe li navxwe û di nav revenda Kurdistanî de li derveyî welat bi dest bixe û bibe pirek di navbera welat û revenda me de.

 

Em rola we ya girîng di parastina ziman, çand û doza rewa ya gelê me de bilind dinirxînin û hêvîdar in ku herdem di karê xwe yê pîroz de serkeftî û berdewam bin.

 

Bi hêviya gelek salên tijî destkeft û serkeftinê.

 

Şefa Barzanî

Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî

Baregeha Barzanî

10.10.2026

___

Awusturya: Navenda Rewanda Kurdistanê dê beşdarî konferansa çand û olên Neteweyên Yekbûyî bibe 

KDC

Dexsîna dilê min

KDC

Tahir Hewramî pêşwazîya grûpa dostanîya Kurd û Almaniya kir 

KDC