KDC

Fîlmê “Pêşwazîkirina Mirinê” karesata Şingalê dibe Danîmarkayê û li Zaxo û Domîzê pêşwazî lê tê kirin

Fîlmê belgeyî yê Pêşwazîkirina Mirinê ku ji derhêneriya Nesrîn Abidîn e, hevdem ligel nîşandana wê li Zaxoyê û amadekariya bo nîşandana li Kampa Domîzê, bi fermî hat hilbijartin bo beşdarbûna di Festîvala Navneteweyî ya Fîlmê Nordia de li Danîmarkayê, bi mebesta gihandina dengê qurbaniyên şerê DAIŞê û jenosîda Şingalê bo navendên sînemayî yên cîhanî.

Li gorî biryara fermî ya desteya Festîvala Nordia, biryar e fîlm di rojên 20 heta 21ê Mijdara 2026an de li bajarê Kopenhagenê paytexta Danîmarkayê bê nîşandan, ev gava navneteweyî di demekê de ye ku li ser asta navxweyî jî, di 14ê Cotmeha 2026an de li hola Şaredariya Zaxoyê, bi serperiştiya Rêveberiya Rewşenbîrî û Sendîkaya Hunermendan nîşandaneke taybet bo fîlmê hat rêkxistin û bi amadebûna kesayetiyên rewşenbîrî, birîndarên şer û kesûkarên şehîdan pêşwaziyeke germ lê hat kirin, hevdem biryar e Çarşema bê jî di nava Kampa Domîzê de bo koçberên Rojavayê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge bê nîşandan.

Derhêner Nesrîn Abidîn di daxuyaniyekê de bo malpera Konfederasyona Revenda Kurdistanî ragihand, ev berhem bi rêya 7 çîrokên bi hev ve girêdayî û bi piştbestina bi arşîveke meydanî, balê dikşîne ser encamên mirovî yên êrişa sala 2014an a DAIŞê bo ser Başûrê Kurdistanê û bi taybet karesata Şingalê, di fîlmê de kesayetiyên rastîn ên wek Fermande Lîwa Yehya Sîlkî, welatiyekî Swîsrî yê hawar hatinê, Pêşmergeyên Rojava û kesûkarên şehîd û birîndarên şer beşdar in.

Nesrîn dibêje: Fîlm bi hevbeşiya Kompaniya Amed Filmz û bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fermandeyiya Pêşmergeyên Zêrevanî hatiye berhemhênan, berê jî li festîvalên Dihok, Nîjerya, Almanya û Amerîkayê hatiye nîşandan û xelat bi dest xistine, ev hewl beşek e ji karwana belgekirina dîrokî ya wan tawanên li hember gelê Kurd û pêkhateya Êzdî hatine kirin, da ku bi rêya hunerê sînemayê li ser asta navneteweyî wek jenosîd bên naskirin.

Karzan Haidar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

___

London: Navenda Rewanda Kurdistanê û dibistana Xanzad roja ala Kurdistanê bilind kirin

KDC

Wir verurteilen den Angriff auf einen Polizisten in Mannheim.

Harmn

Kanada: Damezrandina Navenda Rewanda Kurdistanî li Herêma Alberta

KDC