KDC

Şandeke Nivîsîngeha Diyasporayê bi nûnertiya Şefa Barzanî beşdarî Sêyemîn Lûtkeya Cîhanî ya Diyasporaya Ermenî dibe

Şandeke fermî ya Nivîsîngeha Diyasporayê bi nûnertiya Şefa Barzanî, Serperiştyarê Giştî ya Revenda Kurdistanî ku ji Qehreman Osman, Rênas Cano pêk tên, gihîştin bajarê Yerîvana paytexta Ermenistanê bi mebesta beşdarbûna di karên Sêyemîn Lûtkeya Cîhanî ya Diyasporaya Ermenî de. Ev foruma navneteweyî di navbera 5 heta 8ê Mijdara 2026an de li Navenda Pêşangeh û Kongreyên Meridianê tê lidarxistin û weke derfeteke girîng bo hevahengî û alûgora ezmûnan di warê rêkxistina şiyanên revendan li ser asta cîhanê de tê dîtin.

Beşdarbûna şanda Nivîsîngeha Diyasporayê li ser vexwendina fermî û di çarçoveya hewldanên berdewam de ye bo berfirehkirina têkiliyên navneteweyî û nasîna nûtirîn mekanîzmayên cîhanî yên girêdayî dosyeya koç û diyasporayê. Di dema çar rojên lûtkeyê de, şand beşdarî çendîn panel û forumên pisporî dibe ku balê dikşînin li ser rola revendan di qada dîplomasiyê, pêşxistina aborî û kişandina sermaye û pisporiyên derveyî bo xizmeta welêt, mil bi mil çêkirina lobiyeke bi bandor li navendên biryardayînê li welatên rojava.

Ev lûtke ji aliyê Nivîsîngeha Komîserê Bilind ê Karûbarên Diyasporaya Ermenistanê ve hatiye rêkxistin û bi fermî ji aliyê berpirsên bilind ên wî welatî ve, di nav de Serokwezîr Nîkol Paşînyan û Serokê Perlemanê, dest pê kir, di vê xulê de nêzîkî 800 kesayetî, serkirdeyên revendan û pispor amade ne, ku 600 kes ji wan nûnerên diyasporayan ji 55 welatên cuda yên parzemînên Ewropa, Amerîka û Rojhilata Navîn û 200 kes ji wan jî ji navxweya Ermenistanê ne.

Bernameya sereke ya îsal girêdana têgeha nasnameya neteweyî ye bi dewletsaziya serdemiyane, pêşxistina teknolojiyê, piştgirîkirina ji vegerandina pisporan û guhertina hevsoziya hestiyar a revendan bo projeyên saziyî û aborî yên berdewam. Beşdarbûna nûnerên Revenda Kurdistanî di vê bûyerê de rêxweşker e bo sûdwergirtina ji dîroka dewlemend a diyasporaya Ermenî di warên parastina ziman, çand û bihêzkirina têkiliyên di navbera diyaspora û niştiman de.

___

Elmanya : Rewanda Kurdistanî li bajarê Nornbergê Newroz pîroz kirin

KDC

Konfederasyona Rewanda Kurdistanî peyamek pîrozbayî şand bo Serokê PDK’ê

KDC

London: Navenda Rewanda Kurdistanê beşdariya semînarekê li ser çareser kirina kêşeya deverên dabirandî yên Kurdistanê kir

KDC