Şefa Barzanî, Serperştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, roja 11ê Mijdara 2026an, bi rêya Nivîsîngeha Diyasporayê peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya Zubêr, birayê biçûk ê Akîf Hesen, pêşkêşî wî û malbata wan kir.
Di peyama xwe de, Serperştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî digel derbirîna xem û kovaneke mezin ji bo koça dawî ya Xwedê jê razî, sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbata wan a welatparêz û kesukar û hevalên koçkirî kiriye û dûpat kiriye ku di vê xemê de hevparê xema wan in, herwiha ji Xwedayê mezin xwestiye ku Zubêrê Xwedê jê razî bi dilovaniya xwe şad bike, cihê wî behişt be û hedar û aramiyê bide malbat û kesukarên wan.
Naveroka Peyamê:
Ji bo rêzdar Akif Hasan û malbata we ya hêja
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi xemgînî û kovaneke mezin, me nûçeya koça dawî ya kak Zubêr, birayê we yê biçûk bihîst.
Di vê xemgîniya dijwar de, sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbata we ya niştimanperwer û hemû kesûkar û hevalên xwedê jêrazî dikim.
Em ji Xwedayê Mezin dixwazin ku Zubêrê xwedê jêrazî bi dilovaniya xwe şa bike, cihê wî behişt be û hedar û aramiyê bide malbata we û hemû kes û karên we.
Em di vê xemgîniya we de hevparê xema we ne.
Şefa Barzanî
Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanê
Li Baregeha Barzanî
11.11.2026


