KDC

Federasyona Diyasporaya Kurdistanî li Almanyayê bangawaziyeke bilez ji bo alîkariya ziyanberketiyên lehiya Hewlêrê radigihîne

 

Serpereştiyarê Giştî yê Federasyona Diyasporaya Kurdistanî li Almanyayê bangawaziyeke piştgirî û alîkariya mirovahiyê ji bo bi hawaraçûna ziyanmendên lehiya bajarê Hewlêrê ragihand û ji Kurdên diyasporayê li Almanyayê, Ewropayê û li seranserê cîhanê xwest, li gorî hêza xwe destê alîkariyê dirêjî xelkê paytexta Herêma Kurdistanê bikin.

Dr. Viyan Yûsif, Serpereştiyarê Giştî yê Federasyona Diyasporaya Kurdistanî li Almanyayê, eşkere kir ku di çarçoveya federasyona wan de hejmarek rêxistinên mirovî dest bi tevgerê kirine, di nav wan de Dezgeha Xêrxwaziya Bijîşkî ya Kurdistanê bi hevahengî ligel Yekîtiya Bijîşkên Kurd li Almanyayê, ji bo komkirina alîkariyê û bi lez gihandina wê ji ziyanberketiyan re, û amaje bi wê yekê jî kir ku ji bo rêkxistin û lezkirina hewldanan, çendîn civînên online bi rêya Zoomê pêk anîne û niha ji çendîn bajar û welatên cuda ve kampanyayeke berfireh a alîkariyê dest pê kiriye.

Derbarê cure û awayê gihandina alîkariyan de, Dr. Viyan Yûsif zelal kir ku kampanya alîkariya darayî, xwarin, cilûbergên germ, derman, sotemenî, pêdiviyên sereke û dabînkirina cihê mayînê li xwe digire, her wiha tekez li ser wê yekê kir ku bi rêya peywendî û nûnerên xwe li Hewlêrê, hemû alîkariyan digihînin destê Parêzgarê Hewlêrê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi mebesta piştgirîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sivikkirina barê li ser milê malbatên zirarmend.

Serpereştiyarê Giştî yê Federasyona Diyasporaya Kurdistanî li Almanyayê, ligel amajekirina bi wê yekê ku Hewlêr her tim maleke germ, himbêzeke vekirî û penageha leqewimiyên ji deverên cuda yên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bûye di demên şer û koçberî û krîzan de, dubare kir ku îro dora diyasporaya Kurdistanî li Ewropa û cîhanê ye, xelkê Rojhilatê Kurdistanê û hemû mirovdostan e ku li kêleka Hewlêrê bisekinin. Wî amaje bi wê yekê jî kir ku divê ev roj bên kirin rojên yekîtî û piştgiriya neteweyî, da ku bi kiryarê bê îspatkirin ku Hewlêr mala hemûyan e û êşa bajêr êşa her Kurdekî ye, da ku tu malbat di sermayê de nelerize, tu zarok bê serpenah nemîne û tu mirov di dema karesatê de xwe bi tenêtiyê hîs neke.

Ev bangawaziya mirovî di demekê de ye ku şeva şemiyê 7ê Mijdara 2026an, pêleke gur û ji nişka ve ya baranbarînê bajarê Hewlêrê û derdora wî girt û bi tomarkirina 127 mîlîmetre baranê, rekora 46 salên borî ya baranbarînê li bajêr şikand, di encama çêbûna lehiyê li çendîn tax û kolanên sereke de, du welatiyan canê xwe ji dest dan û bi sedan mal, dikan û otomobîl ketin bin avê û zirar dîtin, li gorî texmînên aborî yên destpêkê, qebareya zirarên madî yên lehiyê bi zêdetirî 8 milyon dolaran tê texmînkirin, di heman demê de daketina pileya germahiyê û pirsgirêkên sotemenî û enerjiyê jî, rewşa jiyana beşek ji welatiyên zirarmend dijwartir kiriye.

___

Li Efrîna Bi Dehan Welatî Hatine Revandin

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî li Düsseldorf Kongreya Xwe Pêkanî

KDC

Peyama pîrozbahiyê Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji xuşk û birayên Êzdî´an re

Harmn