Federasyona Revenda Kurdistanî li Holandayê, bi hevkariya rêxistina KDY, turnuvaya futbola salonê bi navê (Kûpaya Şampiyonan a KDY 2026) ji bo ciwanên Kurd organîze dike.
Roja Şemiyê, 5ê Kanûna Pêşîn a 2026-an, li salona werzîşê ya Elzenhagen a bakurê Amsterdamê dê bê lidarxistin û ciwanên Kurd ên 16 salî û mezintir ji bajarên cuda yên Holandayê dê tê de beşdar bibin.
Ev destpêşxerî di çarçoveya hewldanên federasyonê de ye ji bo xurtkirina yekîtî, têkiliyên civakî û hevkariyê di navbera ciwanên Kurd ên diyasporayê de.
Rêxistina KDY, ku yek ji rêxistinên endam ên federasyonê ye, destpêşxeriya organîzekirina vê turnuvayê kiriye û federasyon jî bi hevkarî û piştgiriya xwe di birêvebirina wê de beşdar dibe.
Agahiyên turnuvayê:
Rêkeft: Şemî 5ê Kanûna Pêşîn a 2026-an
Cih: Salona werzîşê ya Elzenhagen, bakurê Amsterdamê
Demjimêra destpêkê: 12ê nîvro
Temen: 16 sal û mezintir
Beşdarî: Bêberanber
Ji bo tomarkirina tîmekê an beşdariya takekesî, serdana vê lînkê bikin:
https://www.kdyouth.com/index.php/toernooi2026/
Federasyon û KDY, hemû ciwan û hezkiriyên werzîşê vedixwînin ku beşdar bibin û piştgiriya vê çalakiyê bikin, ku armanca wê ne tenê pêşbaziya werzîşî ye, lê di heman demê de xurtkirina yekîtî û têkiliyên nifşê nû yê Kurdane jî.

