Bajarê Tiflisa, paytexta Gurcistanê, bi beşdariya 50 mêvanan ji 19 welatan, mazûvaniya Konferansa Navneteweyî ya sêyemîn a Kurdên Qefqasyayê kir. Konferansek ku tê de nûnerên olên cuda û lêkolîneran pirsa pirrengiya olî di netewesaziyê de nîqaş kirin. Di heman demê de axaftina Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, nexşerêya pêkvejiyan û yekîtiya neteweyî xiste pêş.
Peyama Baregeha Barzanî: Mirovahî û Kurdayetî di pileya yekem de ne
Di tewereke sereke ya konferansê de, axaftina Şefa Barzanî, Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, ji aliyê Qehreman Osman, berpirsê nivîsîngeha wî ve hate xwendin. Di axaftinê de, ligel spaskirina komîteya amadekar ji bo berdewamiya lidarxistina konferansê ji bo sala sêyemîn li pey hev li Tiflisê, hilbijartina mijara pir-çeşniya olan û pêkvejiyana aştiyane di nav civaka Kurdistanê de wekî mijareke bingehîn û çarenûssaz hate binavkirin.
Di naveroka axaftinê de bal kişandin ser wê yekê ku Kurdistan bi dîroka xwe ya kevn û dewlemend, bi çanda pêkvejiyan, lêborîn û hevpejirandinê navdar bûye. Bi awayekî ku bi sedan sal e Kurdên Misilman, Xristiyan, Cihû, Êzidî, Kakeyî, Sabieyî û Zerdeştî wekî yek malbatek û bi azadiya tam di cîbicîkirina rîtuelên xwe yên olî de li ser yek axê dijîn. Her wiha hate tekez kirin ku ev pirrengî bûye tabloyeke xweşik û çavkaniya hêzê û mînakeke kêm li ser asta cîhanê, ku tê de cudahiyên olî qet nekariye pira têkiliyên neteweyî û biratiyê qut bike.
Li gorî axaftina Şefa Barzanî, di dîrok û şoreşên azadîxwaz ên Kurdistanê de hemû pêkhateyan mil bi mil li dijî zilmê têkoşîn kirine û xwîna şehîdên hemû olan tevlihev bûye. Ji ber ku li cem gelê Kurd, Kurdayetî û mirovahî li ser her tiştî re ne û di pileya yekem de tên, paşê ol, mezheb û baweriyên kesane tên. Di heman demê de hate bîranîn ku dijminan jî di kampanyayên qirkirin, Enfal û derbederkirinê de tu cudahî di navbera pêkhateyan de nekirine. Lewma erkekî niştimanî û exlaqî yê mezin li ser milê saziyên hikûmî, siyasî, medenî, rewşenbîrî û zanayên olî ye ku vê yekîtî û pêkvejiyanê wekî gencîneyeke biha biparêzin û ji bo nifşên dahatû veguhêzin.
Qehreman Osman bi navê Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li baregeha Barzanî, rola diyasporaya Kurdistanî girîng û bibandor zanî di nasandina vê ezmûna geş a pêkvejiyan û çanda mirovdostane de bi gelên cîhanê. Di peyama xwe de jî xwest ku konferans tenê di çarçoveya gotûbêjê de nemîne, belku bibe destpêka pengavên pratîkî ji bo bihêzkirina yekîtiya navmala kurd li ser bingeha wê yekê ku berî her nasnameyeke olî, hemû mirov in û Kurd in. Her wiha hate dubarekirin ku Kurdistan ne tenê mala yek ol, mezheb an baweriyê ye, belku mala hemû kurdan û hemû kesên ku bi dilsozî beşdar dibin di parastin, avedankirin û avakirina welatekî azad, serbixwe û aram de ye.
Guhertina nêrînê ber bi pirrengiyê û gotûbêjkirina birînên rabûriyê
Di panel û gotûbêjên konferansê de, ku nûnerên olên Îslam, Êzidî, Xiristiyan û Cihû, ligel olnasan, dîroknasan, civaknasan û çalakvanên diyasporayê tê de beşdar bûn, pisporan pirrengiya olî ne wekî sedemeke ji hev belavbûnê, belku wekî faktoreke bihêz ji bo girêdana civaka kurd nirxandin. Di heman demê de, rola neyînî ya olê di hin qonaxan de û trawmayên ku bi sedema tundûtûjiyê çêbûne, bûne mijareke din a gotûbêjan.



