Konferansa Navdewletî ya Sêyemîn a Kurdên Qefqasyayê li Tiblîsê bi beşdariya 100 kesayetî û nûner ji Kurdistan, Gurcistan û 19 welatan ve hate lidarxistin, li gorî daxuyaniya dawî ya konferansê jî divê Kurdayetî wek nasnameya hevbeş li ser hemû cûdahiyên ayînî û mezhebî ve bê danîn.
Li konferansê de ku roja 21ê Mijdara 2026an bi navê Pirrengiya Ayînî li nav Komelgeha Kurdî hate sazkirin, nûnerên Êzidî, Misilman, Cihû, Mesîhî, Elewî û Yarsan gotar pêşkêş kirin, li daxuyaniyê da tekez hate kirin ku ayîn û nasnameya neteweyî temamkerê hev in nek sedema parçekirinê, her wiha daxwaz ji hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hate kirin yekrêziyê biparêzin û Kurdên her çar parçeyan jî piştgirî ji parastin û pêşxistina destkeftên Başûr bikin.
Naveroka daxuyaniyê:
Encamnameya Konferansa Sêyem a Kurdên Qefqasyayê
Konferansa Navneteweyî ya Sêyem a Kurdên Qefqasyayê bi sernavê «Cihêrengîya dînî ya di nav civaka Kurdan de», di 21ê Mijdarê de li Tibilîsê, paytexta Komara Gurcistanê hat lidarxistin.
Ji her aliyên Kurdistanê û 19 welatên cîhanê 50 zanyar, çalakvan, siyasetmedar, her wiha 50 nûnerên Kurdên Gurcistanê beşdarî konferansê bûn.
Nûnerên civakên Êzîdî, Misilman, Cihû, Xiristiyan, Rêya Heq (Elewî) û Yarsan (Kakeyî) di konferansê de axaftin pêşkeş kirin.
Mijara sereke ya konferansa îsal rola cihêrengîya dînî di pêvajoya avakirina yekîtiya neteweyî ya Kurdî de bû. Her wiha, pirsgirêkên di nav civaka Kurdî de û rê û rêbazên çareserkirina wan, di çarçoveya parastina Kurdîtî û xurtkirina yekîtiya neteweyî de, bi awayekî kûr û berfireh hatin nîqaşkirin.
Di encama nîqaş û danûstandinên konferansê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd di qonaxeke girîng a pêvajoya netewebûna xwe de ye.
Cihêrengîya dînî yek ji aliyên girîng ên dewlemendiya civakî û çandî ya Kurdistanê ye. Divê ev cihêrengî, li ser bingeha hevjiyana aştiyane û rêzgirtina ji hevûdu, wekî faktoreke bingehîn ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî û pêşxistina pêvajoya netewebûna Kurdî bê nirxandin.
Konferansê ev nêrîn wekî prensîbeke bingehîn pejirand ku cihêrengîya pêkhateyên dînî û mezhebî ne hêmaneke veqetandin û perçebûnê ye; berevajî vê yekê, ew yek ji aliyên dewlemendiya civaka Kurdî ye û dikare wekî hêzeke yekgirtinê di xurtkirina hevjiyanê û yekîtiya neteweyî de roleke girîng bilîze. Di vê çarçoveyê de, Kurdîtî wekî nasnameya hevpar a neteweyî divê ji hemû cudahiyên dînî, mezhebî û bawerî wêdetir were dîtin û wekî bingeha sereke ya yekîtiya neteweyî bê pejirandin.
Her wiha, konferansê bang li hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku yekîtî û yekrêziya xwe biparêzin, ji her cureyê perçebûn û nakokiyên ku dikarin zirarê bidin berjewendiyên neteweyî dûr bikevin û destkeftiyên neteweyî yên ku bi ked û xebata gelek nifşan hatine bidestxistin, biparêzin. Pêwîst e ku Kurdên her çar aliyên Kurdistanê piştgiriya xwe ji parastin, domandin û pêşxistina destkeftiyên neteweyî yên Başûrê Kurdistanê re bikin.
Konferansê ev nêrîn eşkere kir ku ol û nasnameya neteweyî di nav civaka Kurdî de du aliyên temamker in û divê ne wekî hêmanên dijberî hev bên nirxandin. Ev her du hêman divê nebin sedema derketina nakokî û hevrikiyê, lê belê wekî bingeheke hevbeş ji bo pêşxistina hevjiyanê, hevfêmkirinê û pêşketina civakî di nav gelên Kurdistanê de bên nirxandin.
Konferans bi înîsiyatîfa Komeleya Kurdên Gurcistanê “Ronahî” û bi hevkariya Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê, Baregeha Barzanî, Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê û Weqfa Kinyaz Îbrahîm hat lidarxistin.
Konferansa yekem a Kurdên Qefqasyayê, bi sernavê “Kurdên Qefqasyayê: Perspektîfên Neteweyî”, di sala 2024an de hat lidarxistin; ya duyem jî, bi sernavê “Rola Kurdên Qefqasyayê di Pêvajoya Netewesaziyê de”, di sala 2025an de pêk hat.


